Sema Yuce hat bibîranîn
- 15:55 18 Hezîran 2024
- Rojane
AGIRÎ- Sema Yuce ya li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir, di 26'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
Sema Yuce ya ku di sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir, di 26'emîn salvegera mirina xwe de li navçeya Tutaxa Agirî li ser gora xwe hat bîranîn. Bîranîn bi beşdariya Parlamentera Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Nejla Demîr, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) ya Agiriyê Ayşe Karakuş û Rêxistina Navçeya Tutaxê hat lidarxistin.