Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe wê li Stenbolê hevdîtinan bike

  • 15:32 28 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe dê li Stenbolê bi rêxistinên civaka sivîl û nûnertiyên partiyên siyasî re hevdîtinan bike. 
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji hêla endamên meclisa şaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate hilbijartin, dê sibe li Stenbolê çendek hevdîtinan bike. Ji meclisa Şaredariya Colemêrgê du kes, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û gelek partiyî dê bi Viyan re tev li hevdîtinan bibin. 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartalê mitîngê li dar bixin. Hevşaredar Viyan dê ji ewil biçe tev li mitîngê bibe. Viyan dê di mitîngê de axaftineke bike. 
 
Wê bi çapemeniya neteweyî û navneteweyî re hevdîtinê bike
 
Viyan û şandeya pê re dê di 30’ê hezîranê de bi çapemeniya neteweyî û navneteweyî re hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de Viyan dê pêvajoya hilbijartinê û xespkirina îradeyê vebêje û pirsên rojnamegeran bibersivîne. Viyan dê piştî hevdîtinê bi hêzên ked û demokrasiyê re bê gel hev. 
 
Di serdanê de dê were gotin ku polîtîkaya qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye lê mîna di demên berê de Zanîngeha Bogazîçiyê, pirsgirêkeke “rejîmê” ye û her kesî digire nav xwe.