Li Amedê Zîlan û Serhildan hatin bibîranîn
- 20:02 30 Hezîran 2024
- Rojane
AMED – TJA’yê Zîlan û Serhildan ku di têkoşîna azadiyê ede jiyana xwe ji dest dabûn bi bernameyekê bibîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Zeynep Kinaci(Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan) bernameyek bîranînê pêk anî. Parlamentera DEM Partî ya Muşê Summeye Boz jî tevli bernameyê bû. Bernameya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên Zîlan û Serhildanê hatin bicihkirin û li ber jî find û kulîk hatin dayîn. Nameyên her du jinan hatin xwendin û piştî nameyê sînevîzyonek hat nîşandan.
Di bernameyê de bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin û bi dirûşmeyan bidawî bû.