Sebahat Tuncel:Em ê wêrekiyê xurt bikin

  • 18:43 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
EDENE- Siyasetmedar Sebahat Tuncel bi welatiyan re hat gel hev û got sedema pisgirêkên welat pirsgirêka Kurd e û got wê li dijî dewleta ku Tirsê diafirîne wê wêrekiyê xurt bikin.
 
Sebahat Tuncel ya ji Doza Kobanê tahliye bû, li rêxistina DEM Partî ya Edenê bi welatiyan re hat gel hev. Gelek welatî û nûnerên rêxistinên civakî tevli bûn.
 
Hevserokê gitşî yê DEM partî yê Edenê Seyfettîn Aydemîr ewil axivî û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Seyfettîn  bi lêv kir ku wê ji bo azaiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşînê bidomînin. Endama PM a DEM Partiyê Fuda Buyruk jî axivî û da zanîn ku wê li dijî xespkirina îradeyê têbikoşin.
 
‘Em ê wêrekiyê xurt bikin’
 
Sebahat Tuncel jî axivî û der barê geşedanên li welat û pêvajoya siyasî de axivî. Sabahatê bakişan ser êrîşên li ser penaberên Sûriyeyê û krîza aborî ya her diçe giran dibe û got ev pirsgirêk hemû girêdayên pirsgirêka Kurdin. Sabahatê wiha domand: “Li dijî zilmê bêdengî tê wateya erêkirina zilmê. Ev dewlet herî zêde çi dike; tirsê mayîn de dike diafirîne. Em ê çi bikin em ê li dijî vê wêrekiya xwe xurtir bikin û bikin civakî. Wêrekî derbasî mirovan dibe.  Desthilatdarî li şûna pirsgirêka Kurd çareser bike giran dike. Muxatabê çareseriyê jî Birêz Ocalane. Ez banga têkoşîna hevpar dikim.”
 
Sebahat piştî axaftinê di bernameya li dijî qeyûman li oteleke Edenê bi jinan re hat gel hev.