Ji jinên femînîst banga têkoşîna hevpar
- 18:23 7 Tîrmeh 2024
- Rojane
WAN - Komek jinên femînîst ku çûn serdana şaredariya bajarê mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî qeyûman îradeya gel diparêzin û banga xwedî derketina li şaredariyan kirin.
Komeke jinên femînîst ku ji bo serdanan hatibûn Kurdistanê, serdanan didmînin. Îro jî çûn serdan aşaredariya bajarê mezin a Wanê û hevşaredar Neslîhan Şedal, tevgera jinên Azad (TJA), hevşaredarên jin yên naçveyên DEM Partiyê pêşwazî kom pêşwazî kirin. Jin di odeya civînê de hatin gel hev û banga piştevaniya hevpar kirin.
Li ser navê TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û da zanîn ku got bi salan e li dijî zîhniyeta serdest têbikoşin. Femînîst Ozlem Şen jî daxuyakirin ku li gelek bajarna bi hevşaredaran re hatine gel hev û der barê xebatan de agahî girtine.
Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku bi pêşwazîkirina jinên femînîst kêfxweş bûne û got jinan pêşengiya berxwedanê kiriye û ji bo mezinkirina têkoşînê hewl didin.
‘Em ê li dijî qeyûman bêdeng nemînin’
Piştî axaftinan, civînek hat kirin. Bi dirûşmeya ‘femînîst ji qeyûman re dibêjin na’ daxuyaniyek hevpar hat dayîn.
Femînîst Dîdar Gul daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê li dijî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên qeyûman bêdeng nemînin. Dîdarê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes xwedî li îradeya xwe derkevin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû. B bb gcfdtbsvfgtrngfvcernameya jinan bi serdana Girê Seyîr a li Artemêtê bidawî bû.