MKG'ê êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad şermezar kir

  • 12:40 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - MKG'ê êrişên bi SÎHA'yê yên li ser nûçegîhanên Çira TV û Çira FM'ê yên li Şengalê şermezar kir û got:"Êrişên bi vî rengî yên li dijî kedkarên çapemeniya azad astengkirina girtina agahiyê ya gel e. Ev êrişana tenê kedkarên çapemeniyê nake hedef di heman demê de jî mafê girtina agahiyan xesp dike. Em ji bo hempîşeyên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em daxwaz dikin ku bersûcên van êrişana li pêş edaletê hesab bidin." 
 
Di 8'ê Tîrmeha 2024'an de êriş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Di vê êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hasan jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin;"Em wekî kedkarên çapemeniya azad rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Daxuyaniya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 
 
Di 8'ê Tîrmeha 2024'an de êriş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Di vê êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hasan jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Ev êrişa gefxwarineke cidî ya li dijî azadiya çapemeniyê û mafê girtina nûçeyan a gel e. 
 
Êrişên bi vî rengî yên li dijî kedkarên çapemeniya azad astengkirina girtina agahiyê ya gel e. Ev êrişana tenê kedkarên çapemeniyê nake hedef di heman demê de jî mafê girtina agahiyan xesp dike. Em ji bo hempîşeyên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em daxwaz dikin ku bersûcên van êrişana li pêş edaletê hesab bidin. 
 
Em di serî de bang li Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) û hemû rêxistinên mafê mirovan û rojnamegeran dikin ku xwedî li kedkarên çapemeniya azad derkevin. Em wekî kedkarên çapemeniya azad rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe. "
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê