Kongra Star: Divê jin mîrasa şoreşa jinan biparêzin

  • 12:54 19 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 12'yemîn Şoreşa Rojava Kongra Star daxuyaniyek da û got: "Em bang li jinan dikin ku tevli parastina şoreşê bibin û heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin."
 
Bi boneya salvegera 12`yemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de Arîn Mîrkan, Rîvan, Avesta Xabûr, Barîn, Aylan, Rîhat Çawîş, Yusra Derwîş, Zehra Berkel, dayika Eqîde, Hind û Sada, Hêlîn Lêgerîn, Sorxwîn Rohat, Jiyan Tolhildan, Sewsen Bîrhat, Zeyneb Seroxan û şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn û soz hate dayîn ku li ser şopa wan mîrasa jinan bê parastin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan pêşengiya şoreşê kir, tevli karker, mamoste û hunermendan roleke bingehîn lîst, ji ber wê şoreşa 19'ê Tîrmehê veguherî şoreşa hişmendiyê û guhertin di hişmendiyê de çêkir.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku guhertin berdewam e û êdî şoreş bû şoreşeke siyasî, çandî û civakî û tevahî pêkhateyên civakê hemêz kir û gelê herêmê bi pêşengiya jinan serî hilda.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku li gorî felsefeya şerê gel ê şoreşgerî, herêm bê parastin û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û bang li jinan hate kirin ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan dakevin qadan.