Piştî pevçûnê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê
- 15:08 27 Tîrmeh 2024
- Rojane
SÊRT - Piştî bombebaranê û pevçûna li bejahiya Berwariyê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê.
Duh li herêma Herekolê ya li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de di navbera leşker û endamên HPG û YJA STAR’ê de pevçûn derketiye. Herêm ji aliyê balafirên şer û Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ve hat bombekirin.
Piştî pevçûn û bombebaranê 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku ji cenazeyan 2 jê jin û 2 jî mêr in.