Ji ser dîwarê walîtiyê bersiv da: Pêşî kurdî pêşî ziman!
- 14:03 31 Tîrmeh 2024
- Rojane
ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncû bertek nîşanî jêkirina nivîsên hişyariyê yên kurdî da û bi ser dîwarê walîtiyê nivîsa “Pêşî kurdî pêşî ziman” nivîsand.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Zeynep Odûncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û bi boyaxa spreyê li ser dîwarê Walitiya Êlihê “Pêşî kurdî, pêşî ziman” nivîsand.
Zeynepê wiha axivî: “Ziman û çanda me di bin êrişan de ye. Zimanê me kurdî ye, em ê her tim xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Hûn ê tu caran nikaribin ziman û çanda me tune bikin.”