Kombûna Jinan a Zenûbiya tevli kampanyaya 'Na ji darvekirinê re' bû
- 16:34 15 Tebax 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê piştgiriya kampanyaya "Na ji darvekirinê" re ragihand.
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevli kampanyaya "Na ji dagirkirinê re" dibe. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevli çalakiyê bûn. Berdevka Kombûnê Xûd El Îsa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata Îranê bi zîhniyeta xwe ya paşverû, mafên jinan û civakê Îranê binpê kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku jinan li hember vê zîhniyetê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serî hilda.
Yekitiya Ragihandina Jinan (YJR) 12`yê Tebaxê bi daxuyaniyekê destpêkirina kampanyaya "Na ji darvekirinê re" ragihandibû û diyar kiribû ku dê heta 19`ê vê mehê dewam bike.
13`yê Tîrmehê jî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) tev li kampanyaya YRJ`ê bû.
YRA`yê bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamevan û rojnamegeriyê kir ku tev li kampanyayê bibin.