Di êrîşên Tirkiyeyê de jinek hat qetilkirin
- 19:53 3 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê ragihand ku di bombebarana Tirkiyeyê ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk hatiye de, jinek hatiye qetilkirin.
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî herêma Sîdekanê daxuyanî da. Kameran Osman diyar kir ku êrîş îro saet di 16:15’an de pêk hatiye û jina ciwan a bi nav Bedîa Kemal Muhemed a di sala 1995’an de ji dayik bûye, hatiye qetilkirin.