ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 11 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Xizmên girtiyan yên tevli çalaiya ‘deng bide azadiyê’ ya di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareserî’hat destpêkirin bûn diyar kirin ku dewlet ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse û gotin ew kesekî ku dikare aştiyê bîne ye. DÎMEN HEYE
 
*Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di meha gulanê de hatiye amadekirin  di 2018’an bi dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niha 463 kes hatine qeitilkirin, 10 hezar û 332 kes hatine revandin, li 142 kesî destdirêjî hatiye kirin. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep Suleyman da zanîn ku NY li dijî êrîşan berpirsyariya xwe nayne cih. DÎMEN HEYE
 
*Jinan der barê qetilkirina jinan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nakin û wiha gotin: “Ma em hemû bimrin? Piştî ku cenazeya me hemûyan derkeve wê tedbîr bên girtin?” DÎMEN HEYE 
 
*Psîkiyatrîst Sabrîna Hackman û Dr. Llarîa Deî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Em der barê rewşa Abdullah Ocalan de bi fikar in. Tiştên li girtîgehan tên kirin dibin sedema fikaran. Ji bo hemû gelan piştevaniyeke navneteweyî divê pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
*Malbata girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku li gel daxwaza wan a tahliyekirinê jî Abdulkadîr nehatiye tahliyekirin û got ku mirin ne ji ber nexweşiyê, ji ber zilma li kurdan tê kirin pêk tê. DÎMEN HEYE
 
* Jinan ji bo "Mîtînga azadiyê" ya ku wê 13’yê cotmehê pêk bê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em hemû tecrîdê ji kurahî dijîn.” DÎMEN HEYE