Efrîn 6 sal in bi dagirkirin, destdirêjî û talanê tê zanîn

  • 09:03 11 Cotmeh 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di meha gulanê de hatiye amadekirin  di 2018’an bi dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niha 463 kes hatine qeitilkirin, 10 hezar û 332 kes hatine revandin, li 142 kesî destdirêjî hatiye kirin. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep Suleyman da zanîn ku NY li dijî êrîşan berpirsyariya xwe nayne cih.
 
Di ser dagirkirin Efînê ya ku Tirkiyeyê di 20’ê Adara 2018’an de destpêkirin de 6 sal û nîv derbas bû. Li gorî rapora Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di meha Gulanê de hatiye amadekirin di 2018’an bi dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niha 463 kes hatine qetilkirin, 10 hezar û 332 kes hatine revandin,  li 142 kesî destdirêjî hatiye kirin.
 
Li gorî rapora ku rêxistinê di navbra 1’ê Çile-tebaxa 2024’an de amade kriiye û şandiye Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BMIHK);  28 jin, 8 zarok bi giştî 260 kes hatine revandin, 8 jin 2 întîxar bi giştî 26 kes hatine qetiklirin; 5 birîndar, jinek 2 zarok bi giştî li 5 kesî îşkence hatiye kirin. Her wiha li gorî raporê 5 hezar û 500’î zêdetir dar hatine birîn, 6 hezar darên fêkiyan hatine şewitandin.
Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep Suleyman ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
‘Mal tên dagirkirin’
 
Zeynepê got Tirkiyeyê di 2018’an de li hember Efrînê dest bi êrîşan kiriye û got: “Ji wê rojê de Efrîn di bin dagirkirinê de ye. Qetilkirin, revandin talan, dizî heye. Xweza hatiye serobinokirin. Ji sedî 95 serjimara Kurdan hebû niha ji sedî 80 Ereb lê dijîn. Efrîniyan bi zorê ji malên wan derdixin. Li Şiyê, mabeta û Raco 5 hezar darên zeytûnan û darên fêkiyan hatin şewitandin. Ji bo her malê 10 dolar, ji bo her dukanê 200 dolar ji bo kolandina bîrê 500 dolar tê xwestin.”
 
‘Êrîşan wek pevçûna navbera malbatan nîşan didin’
 
Zeynepê bi lêv kir ku ji bo her dara zeytûnê 8 û 10 dolar bac dixwazin û got: “Gel li dijî vê rabûn ser piyan. Lê leşkerên girêdayê Tirkiyeyê êrîşê gel kirin. Gelek kes birîndar bûn. Înterneta herêmê birîn. Li gundê Taxê leşker li ser banan hatin bicihkirin. Êrîşên xwe jî wek pevçûnên navbera malbatan nîşan didin. Êrîş li gundê Taxrê tenê nayên kirin. Berê jî li 15 gundên navçeya Şiyê, li 13 gundên Mabeta, li 5 gundên Cindires serî darê pere xwestibûn. Bi vê pêkanînê dixwazin gel gundê xwe terk bikin. Du roj berê li Cindires 100 darên zeytûnê tên birîn. Di 2022’yan de 4 kes ji ber vê bûyerê hatin qetilkirin. Lê kesî kesab nepirsî. Di 2023’an de jî kesek hat qetilkirin û hesabê vî jî nehat pirsîn.”
 
‘Êrîş sûcê mirovahiyê ne’
 
Zeynepê wiha dirêjî dayê: “Zeytûn çavkaniya debara gel e. Bi vê pêkanînê pêşiya debara gel tê girtin. Em jî van dijhiqûqiyan dikin rapor û dişînin NY’ê. Lê mixabin ji bo rapora me hîna bersiv nehatiye dayîn. Mixabin gelê Efrînê neparastin. NY divê rola xwe bilîze. Zor û zehmetiyên ku jin dijîn hîn girantir bûne. Jin tên qetilkirin, tên revandin, destdirêjî lê tên kirin. Ji 2018’an heta niha 200 jin hatine girtin û yên ku destdirêjî lê hatine kirin hene. 14 jinan întîxar kir. Em ji 6 mehan carê rapora xwe amade dikin û dişînin NY’ê.”
 
‘Berpirsyariya NY’ê çiye’
 
Zeynepê bêdengiya NY’ê rexne kir û wiha vegot: “Li dijî kesên dixwazin ji Efrînê derkevin êrî şpêk tên û xesp tên kirin. Berpirsyariya NY’ê çiye? Çima dagirkirina Efrînê nabînin. Ev bêdengiyeke çawaye? NY berpirs e. Gelê wir di nav tirsek mezin de ye. Em nikarin xwe bigihînin hemûyan. Tevî bê derfetiyan em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Divê NY rola xwe bilîze.”