ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 17 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Parlametnera DEM Partiyê Oznur Bartin diyar kir ku di cihên cuda yên bedena girtiya nexweş Rojda Tokçu ya li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê girtiye, birînên kûr çêbûne û wiha got: “Personelan bi hev re strana ‘Ez bimrim Tirkiye’ gotine û hewl dane Rojdayê provake bikin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Divê wezareta dadê li dijî vê bêdengiya xwe xera bike.”
 
*Berdevka Meclîsa Zarokan a TOB’ê ya Îzmîrê û endama Komeleya Her Der Zarok, Sedanur Ugur der barê çetebûna zarokan, bikaranîna hişbir, firotina hişbir û ketina nav lepên çeteyên fuhuşê de nirxandin kir. Sedayê diyar kir ku zaroka rewşa çetebûna dewetê dîtine û sedema ketina vî sûcî ya zarokan jî ji ber xizaniyê ye. DÎMEN HEYE
 
*Di pêvajoya ku hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ku niha li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, alavên ziynetê û pereyê çenteyê wê de kêm derbasî girtekan kirin. Melîkeyê der barê vê de gilî kir û der barê Melîkeyê de bi îdiaya ‘tehdîda bi nîtelîk’ ceza hat birîn û der barê Midûrê TEM’ê de jî ku girtek girtibû tu girtek nehat girtin.
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li nêzî Herêma Federe ya Kurdistanê bi dirûşma “Ji şer re na, aştî hema niha” dest bi çalakiya rûniştinê kirin, peyama aştiyek mayînde dan û daxwaza sekinandina şer kirin. DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser helwesta AKP û MHP’ê ku ji nû ve nîqaşên destura bingehin anîn rojevê wiha got: “Heta realîteya Kurd ji aliyê parlamentoyê ve neyê qebûlkirin hûnê çawa destura bingehîn amade bikin? Em ji bo çareseriyê amade ne, em destê aştiyê dirêj dikin.”
 
*Li Dihê ya Sêrtê di 2003’an de cerdevan Îzzetîn Yardim  ku xezurê Z.Ç. bû destdirêjiya sîstematîk li Z.Ç kir.  Z.Ç di encama destdirêjiya Îzzetîn Yardim de ducanî ma. Z.Ç. ku xwest destdirêjiyê vebêje, bi mirinê hat tehdîdkirin.  DÎMEN HEYE