ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 24 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Helbestkar Bîrgul Uşar a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû da zanîn hebûna jinan a di qada wêjeyê de girîng e û wiha got:” Jinên Kurd jîr in û difikirin lê belê derfeta wan tune ye. Ji ber ku mêr azadiyê nade jinê. Mêr dibêjin jin kole ye. Lê divê jin her tim azad bin. Jin dikarin li ser wêjeyê jî bisekinin, karê xwe jî bikin û li mala xwe jî binêrin.” DÎMEN HEYE 
 
* Abdullah Ocalan di 24’ê Hezîrana 2013’yan de ji bo pirsên ‘Pirsgirêka Kurd wê çawa bê çareserkirin, ewil wê kîjan gav bên avêtin’ bersiv dan û çarçoveya daniye holê rojevîbûna xwe diparêze. 
 
* Krîza aborî barê jinan yên hilberînerên pembû jî giran dike. Li Rihayê jinên li ser erdên pembû dixebitin, beramberê keda xwe nagirin û diyar dikin ku nikarin deynên xwe jî bidin. Jinan diyar kirin ku zor û zehmetiyên li ser erdên pembû bi krîza aborî re hîn bêtir giran bûne. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên Wanê ku piştî banga li Meclisê a muhatap Abdullah Ocalan e axivîn diyar kirin ku divê şer bê bidawîkirin û demildest aştî pêk bê û ev tişt gotin, "Ji bo aramiyê divê Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan." DÎMEN HEYE