Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da

  • 11:06 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Girtî Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Girtî Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin ku di şeva 1’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê “hewl daye întîhar bike” di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mizgînê di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da birin morga nexweşxaneyê. Hate zanîn ku cenazeyê Mizgînê dê ji aliyê malbata wê ve li navçeya Midyadê were veşartin. 
 
Mizgîn, li ser îfadeyên îtîrafkarekî ku di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû îlankirin bi îdiaya ku “li taxên ku şer û pevçûn lê hebûn maye” di sala 2017’an de hate darizandin. Mizgîn di encama darizandinê de beraet kiribû. Piştî ku Dadgeha Bilind ev biryar xera kir, polîsên ku di 30’ê gulana 2024’an de çûn mala Mîzgînê li Midyadê ew binçavkirin û pişt re hate girtin. 
 
Mizgînê şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê  di 9’ê îlonê de bi hinceta danişîna wê heye sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate kirin. Dozgeriyê di danişîna di 9’ê îlonê de hate lidarxistin de derbarê Mizgînê de bi daxwaza “muebeda girankirî” mutala da. Dadgeha ji bo parastinê dem da, danişîna pişt re taloqî 30’ê îlonê kir. Di danişîna 30’ê îlonê hate lidarxistin de cezayê hefsê yê “muebeta girankirî” li Mizgîn hate birîn. Mizgîn piştî biryarê jinûve birin girtîgehê û bi şev hate îdiakirin ku “hewl daye întîhar bike” û malbata wê hate agahdarkirin. 
 
Malbat hate agahdarkirin ku MizgînF di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest daye.