Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtinên bi rêk û pêk dê rê li ber çareseriyê veke
- 13:05 24 Cotmeh 2024
- Rojane
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Hevdîtinên bi rêk û pêk dê rê li ber çareseriyê veke
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina 23'yê Cotmehê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û xwest, binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk a li Îmraliyê bi dawî bibe û derfet ji parêzeran re bê dayin ku hevdîtinê bikin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî serdana Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Omer Ocalan a li Îmraliyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
"Muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û biraziyê wî Birêz Omer Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de doh hevdîtinek kirin. Di ser hevdîtina dawî ya malbatê re (3'yê Adara 2020) 4 sal derbas bûn û piştî vê demê hevdîtin pêk hat. Beriya her tiştî divê ev serdan tenê weke hevdîtinekê neyê hiştin û dewam bike. Li gorî destûra bingehîn, qanûn û peymanên navneteweyî divê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş karibin parêzer û malbatên xwe bibînin.
Birêz Ocalan xwedî wê hêza teorîk û pratîkî ye ku dikare ku pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bike, lewma hevdîtina bi rêk û pêk a bi Birêz Ocalan re wê li Tirkiyeyê û herêmê rê li ber çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî yên li ser bingeha aştî, diyalog û lihevkirina demokratîk veke.
Di vê çarçoveyê de em dibêjin, divê binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk ku li Îmraliyê dewam dike bi dawî bibe, mafê hevdîtina bi parêzeran re û malbatê ku ji sala 2019'an û vir ve tê astengkirin, li gorî qanûnê bi cih bê anîn."