ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 25 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Nivîskar Kazime Gumuş a ku tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû da zanîn divê jin dev ji nivîsandinê bernedin û wiha got:”Divê jin bixwînin û binivîsin. Çimkî ya ku jiyanê diguherîne jin in. Dema jin binivîsin wê cîhan biguhere.” DÎMEN HEYE 
 
*Jin bûn parçeyek mezin a têkoşînê. Jinan koka hebûna tevgera jin jiyan azadî  ev 40 sal in bi bedelan bi dest xistiye. Di adara 1979’an de li Sîne, Merîvan, Kirmanşahê protesto pêk hatin. Pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji wê demê de bi teşe bû. Jinan ji bo guherînê, ji bo wekheviyê têkoşîn dane. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Hevseroka giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu  da zanîn ku piştî axaftinên Devlet Bahçelî pirsên "çareserî heye an tune ye" hatiye rojevê û banga baldarbûnê kir: “Em nêzîkatiya tevgera azadiya Kurd girîng dibînin û dişopînin. Em dizanin ku zîhniyeta ji Osmanî hatiye dewr girtin û hişmendiya dîroka siyasî van lîstikan wê bilîzin.” 
 
*Bêrîtan Hêvî ku afrînera xeta azadiya jina Kurd e di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de wek sembola berxwedana li dijî serdestiya mêr gihiştiye pêşerojê.
 
* Dengbêj Feryal Gokkan ya ji Pirsûsê ye li dijî serdestiya mêr têdikoşe û diyar kir ku bi zorê bi kesekî ku 27 salan jê mezintir e hatiye zewicandin û naxwaze paşnavê wî bi kar bîne. Feryalê got: “Ez zewicîm û mala ku çûmê wek goristanê bû ji bo min. Ji bo ji wir dûr bikevim her tim stranan dibêjim.” DÎMEN HEYE