Girtiya nexweş li gel rapora ATK'ê şandin girtîgehê
- 13:35 25 Cotmeh 2024
- Rojane
ENQERE - Muhlîse Karaguzel a ku cezayê wê şeş mehan hat taloqkirin, li gel rapora Atekê ya nû ku dibêje "Nikare di girtîgehê de bimîne" duh ji mala xwe hat girtin û şandin girtîgehê.
Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a ku gelek ameliyat derbas kirin û herî dawî jî ji dilê xwe ameliyat bû, li gel ku cezayê wê 6 mehan hat taloqkirin jî duh careke din ji Mûşê hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê.
Herwiha ATK'ê careke din rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" ji bo girtiya nexweş Muhlîseyê dabû.