Ji Şaredariya Peyasê ji bo jinan semînera Obezîteyê
- 14:36 25 Cotmeh 2024
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê ji bo jinên beşdarî perwerdeya werzîşê dibin li Navenda Jiyana Jinan semînera jiyaneke bi tendurist da.
Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ji bo jinên beşdarî perwerdeya werzîşê dibin li Navenda Jiyana Jinan ya şaredariyê semînera jiyaneke bi tendurist da. Di semînerê de li ser obezîteyê, faktorên dibin sedema obezîteyê û rêbazên dermankirinê agahî hatin dayîn.