Ji ÎHD'ê ji bo Hatice Onaran bang
- 15:01 30 Cotmeh 2024
- Rojane
MÊRSÎN - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê di daxuyaniya xwe ya ji bo sererastkirina biryara dadgehê ya der barê Hatîce Onaran de bang li raya giştî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê bertek nîşanî girtina Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û ji sedî 79 astengdar Hatîce Onaran a ku bi îdîaya "Pêşkêşiya maliyeyê kiriye" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, da.
Di civîna li avahiya komeleyê de hat gotin, “Zextên li ser parêzvanan rawestînin. " Her wiha pankarta "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat vekirin.
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî di civînê de axivî û diyar kir ku razandina pereyan a ji bo girîgehan ne sûc e.
Bekir, diyar kir ku hemû muameleyên li girtîgehan ji aliyê personelên cemaweriyê ve tên şopandin û nayê qebûlkirin ku kesên pere razînin bi "rêxistinekê" re bên girêdan, ev darizandin li dijî hiqûqê ne.
Rewşa tenduristiyê di bin xetereyê de ye
Bekir, diyar kir ku Hatîce 60 salî bû û bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê re têdikoşiya, lê bi awayekî derqanûnî hat girtin û ji aliyê bijişkên pispor ve hat destnîşankirin ku Hatîce ji sedî 79 astengdar e. Bekir destnîşan kir ku ev rewş dikare encamên ku jiyana Hatîceyê tehdîd dike bi xwe re bîne.
Li dijî bêhiqûqiyê banga raya giştî
Bekir xîtabî Wezareta Dadê û rayedarên cemaweriyê kir û daxwaz kir ku ev biryara şaş bê sererastkirin. Bekir bang li parêzvanên edalet û hiqûqê kir û bang li hemû raya giştî, baro, kes û saziyên demokrasî û edaletê dikin kir ku li hemberî vê rewşê bertek nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.