ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 31 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Ji Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn Gelê Kurd li Kobanê berxwedane dîrokî daye nîşandan û wiha got:"Di şerê ku li ser bajarê Kobanê de hat destpêkirin, jinan jî para xwe ji berxwedanê û parastina welatê xwe girtin û li kêleka mêran mil bi mil di çeperên şer de li berxwe dan. Berxwedan û cesareta jinên kurd li cîhanî deng veda." DÎMEN HEYE 
 
* Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got: “Di pratîka vî welatî de ev heye, dibêjin aştî heye û operasyonan dikin. Bi şer û perçvûnan pisgirêk nayê çareserkirin. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de jî desthilatdariyê pir caran anî ziman. Heta ev polîtîka neguherin mixabin wê ev êrîş hebin.” DÎMEN HEYE
 
*Aysel Ebru Okten a li Yekîneya Koçberiyê ya EMEP’ê xebatan dimeşîne tiştên li Navenda Şûndeşandinê tên jiyîn tundî, destdirêjî û pirsgirêkên tenduristiyê bi şahidan ragîhand û got: “Ev der qutiyên girtî ne. Dema tê vekirin êşên mezin dertên pêşberî mirovan.” DÎMEN HEYE
 
* Li Wanê temenê bikranîna hişbirê daketiye 8-9 salî. Li ber dibistanan firotina hişbirê zêde bûye, bêtedbiriya ewlehiyê rê li ber xetereyên mezin vedike. Ji ber qelsiya navendên rehabîlîtanasyonê dermankirin jî li bajarên din tên kirin.
 
*Jinan der barê çeteyên şantajê yên ku bi rêya jinên ku dixapînin, şantajê dikin pereyan qezenc dikin, diyar kirin ku ev çete bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê tên teşwîqkirin û ev rewş parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e û gotin, "Em ê weke jin li dijî vê, li ber xwe bidin. "DÎMEN HEYE