Li Navendên Şûndeşandinê çi dibe…
- 09:05 31 Cotmeh 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Aysel Ebru Okten a li Yekîneya Koçberiyê ya EMEP’ê xebatan dimeşîne tiştên li Navenda Şûndeşandinê tên jiyîn tundî, destdirêjî û pirsgirêkên tenduristiyê bi şahidan ragîhand û got: “Ev der qutiyên girtî ne. Dema tê vekirin êşên mezin dertên pêşberî mirovan.”
Binpêkirinên mafan ên li Navenda Şûndeşandinê dem bi dem tên rojevê. Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya girêdayê Wezareta Karê Hundir, îdiayên binpêkirinan ên li navendên şûndeşandinê derew derewand û bi dehan carî ev bipêkirin red kir. Lê şahidên ji wir derdikevin rastiyê datînin holê. Komeleyên penaber û koçberan û aktîvîstan bi dehan carî banga ‘werin em bi hev re lêkolîn bikin’ kirin. Lê li wan navenda lêkolînkirin ne pêkan e. Bi şahidiya penaberan dikare ji wan deran agahî bên girtin. Pir caran jî penaber bi tehdîda wê şûnde bên şandin naxwazin biaxivin.
Aysel Ebru Okten a di Yekîneya Koçberiyê ya Partiya Kedê (EMEP) de dixebite û li ser şahidiyan raporan amade dike, diyar kir ku ev der qutiyên girtî ne.
Alavek cezakirinê ye
Ebruyê got sala borî bi koçberên li van navendan mane re hevîtin kirine û rapor ava kirine û got: “Ev rewş hîna girane. Me di esasa îfadeyên penaberan de xebat meşand. Ev der veguherîne navendên cezakirinê. Ji ber vê jî me got li van navendan çi diqewime. Me bi penaberên li vir dimînin re hevdîtin kirin. Me hewce bi raporkirinê dît. Parlamenterê me bir meclîsê. Ji ber divê bihata rojevê. Ev tiştên tên jiyîn ji xeta polîtîk siyasî serbixwe nîne. Erdogan her carê dibêje ‘bila bên em dikarin bi hev re bijîn’. Lê her tişt berovajî vê nîşan didin.”
‘Qutyên girtî ne’
Ebruyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê 27 navendên şûndeşandinê hene û li hemûyan pisgirêkên cidî tên jiyîn. Ebruyê wiha bi lêv kir: “Ji tenduristî û hîjyenê bigirin heta odeyên qelebalix hawirek nebaş heye. Tiştên ku hevalên me ragîhandine ev in. Şertên nebaş hene. Pisgirêka hîjyenê heye. Pirsgirêkên tenduristiyê hene. Di odeyên biçûk de gelek kes dimînin. Hewcedariyên taybet yên jinan nayên cih. Mirov ji bo ji wir xilas bibin hewl didin. Helwesta xebatkran ne başe. Her wiha li gorî şahidan kes ji ber cih nabînin di tuwalaten de dimînin. Di koxuşên 40 kesî de pir caran 200 kes dimînin. Penaeran li tuwaletan nivîn raxistine. Penaberek jin gotibû, ew der wek girtîghê ye û pir caran mirovan li tuwaletan nivîn raxistine û têde mane.”
‘Penaberan got derman davêjin xwarinan’
Ebruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Penaberekî me pê re hevdîtin kir, bo madeyekê davêjin xawrinê û derketina wan ya tuwaletê asteng dikin an jî xewê çêdikin. Xwegîhandina doktor û dermanan heye. Di rewşa heyî de nexweşiyek hebe dermanê bikar bînin nayê peydakirin û çûyîna doktoran jî bi sînore. Penaberekî gotibû; Nexweşiyeke we hebe, dermanê we hebin jî nagirin hundir û mirov nikarin dermanê xwe jî bikar bînin. Ev navend ji bo zarok, LGBTI û jinan hîn zehmetirin. Pirsgirêkên destdirêjiyê hene. Zarokên bêkes dema bigirin van navendan, temenê wan di bin 18’yî de bin di ser 18’yî de tên nivîsîn.”
‘Peywirdar heqeret û destdirêjiyê dikin’
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku penaber ji mafên herî sereke bêpar tên hiştin û wiha domand: “Mijara herî girîng a jinan destdirêjî û tundî ye. Jinek penaber gotibû: ez regl bûm sê roj şûnde ped anîn.’ Her wiha dîsa mijara destdirêjiyê gelek zêde ye. Li jinan destdirêjî, heqeret û dijûn tên kirin. Jin ji bo xwe biparêzin bi şev li koxuşan nobetê digirin. Peywirdar heqeret û dijûnan dikin. Xwegîhandina parêzeran tên astengkirin. Hemû pirsgirêk li van navendan kronîk bûne. Kes dest nade van deran. Peywirdar li penaberan mantika ‘kaxizê îmze bike xilas bibe’ ferz dikin.”