YJK-B’yê ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ û meşa li Kolnê bang kir

  • 17:39 31 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) ragihand ku ew xwedî li kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ya li Ewropayê hatî destpêkirin derdikeve û ji bo meşa mezin a ku wê 16'ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûneke xurt kir.
 
YJK-B'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Di qonaxa duyemîn a Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelemperiya Ewropayê dest bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' kir. Em weke YJK-B’yê xwedî li vê pêngavê derdikevin û bang li hemû gelê xwe dikin ku bihêztir bikin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke jin bi hev re bihêztir in. Em ê li dora Paradîgmaya Civaka Azadîxwaziya Jin a Rêber Apo bibin yek û hesab ji sîstema desthilatdar a mêr a ku qirkirina jinê û civakê pêk tînin, bixwazin.Em li dora têkoşîna jinê dibin yek û ji zilmê re dibêjin 'bes e'. Em ê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bişkînin û bi hev re azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.Bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' re ku ji aliyê TJK-E ve hat destpêkirin, em xebatên xwe dimeşînin û em ê di 1'ê Kanûnê de li Belçîkayê dest bi çalakiya xwe bikin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û dostên Kurdan hat kirin û wiha bidawî kirin: “Em bang li gelê Kurd û dostên wan bi taybetî li hemû jinan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin û bi xurtî tevlî meşa mezin a 16 'ê Mijdarê bibin. Bi bawerî û biryardariya xwe em soza xwe nû dikin ku em ê teqez bi ser bikevin."