Hêrsa li dijî qeyûman mezin dibe
- 16:01 24 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Tayînkirina qeyûman li şaredariyên Dêrsim û Pulurê li gelek bajaran hat protestokirin.
Ji kar dûrxistina Hevşaredarên Dêrsim û Pulurê ya bi biryara Wezareta Karên Navxweyî û tayînkirina qeyûman a li şûna wan li gelek bajaran hat protestokirin.
Konya
Li avahiya bahêr ji aliyê Rêxistina DEM Partiya bajarê Konyayê ve civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê navçeya Konyayê Mulla Şîmşek daxuyanî da û diyar kir ku qeyûm weke "Encama zîhniyeta derbeyê ya li dijî vîna gel e." Mulla Şîmşek, anî ziman ku polîtîkayên qeyûman êrîşeke zelal a li dijî dîrok, çand û nirxên gelê Kurd e û got, "Ev destwerdana li bajarekî weke Dêrsimê ku sembola berxwedan û rûmetê ye, ferzkirina teslîmiyetê ya li hemberî gelê Kurd e. Lê belê dîrok şahid e ku Dêrsim serî natewîne û teslîmî zilmê nabe.
Mulla Şîmşek got, "Polîtîkayên qeyûman li dijî îdiaya aştiya civakî ne. Hewldana bi qeyûman bi qeyûman were birêvebirin, li dijî vîna gel îfadeya tirsê ye. Ne Dêrsim û ne jî bajarên din bi qeyûman nayên birêvebirin."
Qers
Rêxistinên DEM Partî yên bajêr û navçeyan û TJA'yê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya li avahiya bajêr ya DEM Partiyê de bi beşdariya hevşaredarên şaredariyan, endamên meclîsên bajêr û endamên meclîsa şaredariyê hat lidarxistin de pankarta “Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min” hate vekirin.
Rêveberê bajêr ê DEM Partiyê Serdar Aydin ku daxuyanî da, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê gelê Kurd û îradeya hevpar a gel hatiye hedefgirtin.
Serdar Aydin got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya qeyûm mezin dikin. Em ê li dijî darbeya qeyûm ji parastina vîna gel paşde gav navêjin. Gelê Dêrsimê wê bi ser keve, faşîzm wê winda bike. Qeyûmên li hemberî vîna gelê Dêrsimê pûç in. Ev destwerdana li dijî bajarekî weke Dêrsimê ku sembola berxwedan û rûmetê ye, li dijî vîna gelan ferzkirina teslîmiyeteke pûç e. Lê dîrok şahid e ku Dêrsim serî natewîne û teslîmî zilmê nabe."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Ji qeyûman re na" bi dawî bû.
Agirî
Rêxistinên DBP, DEM Partî yên Agirî û navçeyên wê û TJA li ber avahiya DBP'ê ya Agiriyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Şarederî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin" hat vekirin.
Hevserokê DBP'ê yê navçeya Agirî Hikmet Adigûzel ku daxuyanî da, got, "Hewldana rêveberina bi qeyûman a li Dêrsimê, tirsa li dijî vîna gel e. Ne Dêrsim û ne jî bajarên din bi qeyûman nayên birêvebirin. Em ê jî wê xwedî li vîna gel derkevin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku mil bi mil li dijî darbeyê û desteserkirina îradeyê rawestin. Ev zulm wê ji holê rabin. Wê teqez îradeya gel bi ser bikeve.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.