TJA'yê banga tevlibûna çalakiyê li jinan kir

  • 12:16 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - TJA'yê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê li Tunela Taksîmê ku wê bê lidarxistin bang li jinan kir û got, "Hûn ê careke din dengê me yê Jin jiyan azadî ji Taksîmê bibihîzin. Li dijî vê zîhniyeta qedexe em bang li hemû jinan dikin ku ji bo azadiyê werin Taksîmê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li Taksîmê bi dirûşma "Têkoşîna me ji bo hev e / em jiyanê dixwazin" banga tevlibûna çalakiyan kir. 
 
'Em ji bo azadiyê bang dikn'
 
TJA’yê di bangawaziyê de ev tişt anî ziman: “Me got ku li dijî vê fermana ku her roj jin tên qetilkirin, zarok tên tecawizkirin, xweza û civak tê tunekirin, îsyanek heye. Me bi dirûşma 'Têkoşîna me ya li dijî tundiya dewleta mêr ji bo hev e' kolan bi kolan têkoşîna xwe organîze kir. Em biryara walîtiyê ya ku di 25'ê Mijdarê de hewl da çalakiya me ya li Taksîmê qedexe bike, nas nakin. Li Stenbolê di navbera nîv saetê de 2 jin ji aliyê heman kiryarî ve hatin qetilkirin, Şîrîn Elmas hat qetilkirin, li Beyoglûyê jinek hat tacîzkirin, yên ku pêşiya sûcdaran negirtin hewl didin ku çalakiya me qedexe bikin. Em qedexeyên we nas nakin. Astengîyên we yên li hemberî têkoşîna me ya adîl tu rewabûna wan tune ye. Îro saet di 19.30’an de em ê mil bi mil têkoşîna xwe bilind bikin. Hûn ê careke din dengê me yê Jin Jiyan Azadî ji Taksîmê bibihîzin. Li dijî vê zîhniyeta qedexekar em bang li hemû jinan dikin ku ji bo azadiyê bên Taksîmê."