Tundiya herî zêde li girtîgehan e
- 12:42 25 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Di rapora ku ji aliyê Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê di 25'ê Mijdarê de hat aşkerakirin de, hat diyarkirin ku li gorî sala 2023'an tundî û komkujî hê zêdetir zêde bûne û hat destnîşankirin ku yek ji qadên ku herî zêde şîdet lê zêde bûye girtîgeh in.
Pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora torê ya ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî amade kiribûn li Komeleya Jinan a Rosa parve kirin. Dema endamên tevneyê beşdarî daxuyaniyê bûn, li ser navê jinan ji aliyê endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merve Karadaş ve daxuyanî hat xwendin.
'Şîdeta nû şîdeta dîjîtal e'
Merve Karadaş diyar kir ku zêdebûna daneyên şîdetê yên di navbera 2023-2024'an de bi fikar e. Merve Karadaş got, “Serlêdanên ku me girtine nîşan didin ku şîdetên nû yên weke şîdeta dijîtal, qadên jiyanê yên jinan teng û kontrol dikin. Di sala 2024’an de li Amedê 9 kuştinên jinan di çapemeniyê de hatin weşandin, lê hejmara rast ji vê zêdetir e. Kêmasiyên di pêkanîna zagona bi hejmara 6284’an de ku mafê jiyanê yê jinê diparêze û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê faktorên sereke ne ku şîdetê zêde dike. Li welatekî ku edalet pêk nayê û polîtîkaya bêcezakirinê dewam dike, jin nikarin xwe bigihînin edaletê û her cure şîdet berbelav dibe. Rastiya ku sûcdar bi giranî bê ceza dimînin, bi taybetî di kuştinên li dijî jinan de, yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûnê ye."
'Tundiya herî zêde li girtîgehan pêk tê'
Merve Karadaş, anî ziman ku girtîgeh cihê ku herî zêde şîdet lê tê kirin e û wiha got: “Li Girtîgeha Jinan a Amedê, girtiyên jin bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, muameleya xerab rû bi rû dimînin. Nehiştina dermankirina girtiyên nexweş û taloqkirina înfaza keyfî mînakên zelal ên binpêkirina mafê jiyanê ne."
Merve Karadaş piştre ev daxuyanî da:
“Divê Peymana Stenbolê vegere û polîtîkayên li ser esasê wekheviya zayendî bên meşandin. Divê zagona bi hejmara 6284’an bi bandor were bicihanîn û li gorî hewcedariyên takekesî tedbîrên parastinê bên amadekirin. Divê sepandina reftarên baş û daxistina provokasyonên neadil li ser sûcdarên jinan û sûcên nefretê bê rawestandin. Divê derziya HPV bêpere bê çêkirin û xizmetên tenduristiyê yên jinan bên xurtkirin. Divê rêziknameyên ku mafên destûrî yên LGBTI+ garantî dikin bên çêkirin û li dijî sûcên nefretê bi awayekî bi bandor têkoşîn bê kirin. Divê hejmara stargehên jinan bên zêdekirin, zerarên ku ji ber polîtîkayên qeyûm li jinan tên ji holê bê rakirin. Divê destdirêjiya darazê ya li dijî parêzvanên mafên jinan bi dawî bibe; Divê azadiya jinê ya rêxistinî û îfadeyê bê parastin.
Dirûşma Jin Jiyan Azadî nayê qedexekirin
Îro em careke din diqîrin; Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê, li dijî zilma baviksalarî û pêkanîna wekheviya civakî divê em têbikoşin. 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê dirûşme; Sembola jiyan, azadî û berxwedanê ye. Hûn nikarin vê sloganê qedexe bikin an jî bêdeng bikin. Bêyî jin azad bibe civak azad nabe. Bi vê minasebetê em spasiya hemû kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo gihandina dengê jinan dixebitin dikin."
Piştî xwendina daxuyaniyê rapor bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.