Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin

  • 12:00 27 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Rektoriya Zanîngeha Bîlkentê gotûbêja ku endama Meclisa HDK’ê Sebahat Tuncel weke axêver beşdar dibû, bi hinceta “Cezayê wê yê teqezbûyî heye” betal kir. 
 
Koma Felsefeya Siyasetê ya Zanîngeha Bîlkentê dixwest di 3’yê kanûnê de gotûbêja “Li Tirkiyeyê Mafên Jinan” li dar bixe. Endama Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tuncel jî weke axêver hatibû vexwendin. Rektorê zanîngehê Kurşat Aydogan bi hinceta ku cezayê Sebahat Tuncel ê teqezbûyî heye, gotûbêj betal kir. Koma ku dê gotûbêj li dar bixista têkildarî mijarê daxuyanî da û biryara rektoriyê parve kir. 
 
Komê, got ku gotûbêj bi keyfî hatiye astengkirin û weke biryareke nedemokratîk nirxand. Komê diyar kir ku biryara rektoriyê nîşaneya tirsê ye, ew ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin û gotûbêja xwe mîna plankirin dê di 1’ê kanûnê de li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.