Ji Amedê peyama rojnamegeran 'Nûçe çêkirin ne sûc e'

  • 13:38 27 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Rêxistinên pîşeyî dê têkildarî binçavkirina rojnamegeran li pêşiya DFG'ê daxuyanî dan û banga serbest berdana rojnamegeran kir û da zanîn ku nûçe çêkirin ne sûc e. 
 
Li Amedê der barê rojnamegerên di serdegirtina malan de di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatin binçavkirin, li ber Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) daxuyaniyek hat dayîn. Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basîn-Îş û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), endamên DFG'ê, gelek rojnameger û nivîskar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat vekirin.
 
Nûnerê DÎSK Basin-Îş'ê Hakki Boltan, di daxuyaniyê de axivî û banga serbestberdana hevalên xwe kir û got: "Ev yek tê helwesta tirsandina rojnamegeran. Nûçeyên hevalên me ne sûc in. Em qebûl nakin." 
 
Nûçegihana ajansa me JINNEWS'ê Dîlan Babat jî diyar kir rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine tên sûcdarkirin û wiha bi lêv kir: "Çapemeniya Azad her ji ber nûçeyên ku çêdikin tên sûcdarkirin. Kesên ke me tehdît dikin bila bizanin ku em natirsin û hêza ji xwe heqîqetê digirin. Em dixwazin hevalên me demildest berdin. Bijî Çapemeniya Azad."
 
Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, bertekên xwe wiha anî ziman: "Destê xwe li ser rojnamegeran bikişînin." 
 
Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftüoglu, daxuyand ku kedkarên Çapemeniya Azad tu carî dev ji nivîsandina rastiyê paşve gav neavêtin û  wiha axivî: "Em ê li şûna hevalên xwe yên hatine girtin û yên di binçavan de nin çêkirina nûçeyan bidomînin. Em têkoşînê didomînin. Em daxwaza serbestberdana hevalên xwe yên di bin çavan de dikin. Me agahî girt ku girtina îfadeyên hevalên me li emniyetê dest pê kiriye. Em carek din bang dikin hevalên me bila serbest bên berdan."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.