Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut: Zemîna demokratîk Îmraliye
- 09:04 1 Çile 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Hevseroka KCD E-E’yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan neyê mezinkirin wê li Ewropayê pêngavê mezin bikin û got: “Di 11’ê Çilê de di bîranîna Sakîne Cansizan de em ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin. Em ê çalakiyên 15’ê sibatê jî parve bikin."
Kampanya ‘Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya di 10’ê Cotmehê de ji aliyê Kurdan ve hatibû destpêkirin didome. Vê pêvajoyê de hebûne tecrîdê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat qebûlkirin. Li dijî tecrîdê têkoşîn li her derê Ewropa û cîhanê didome.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut der barê pêvajoyê û bernameya dema pêş de ji JINNEWS’ê re axivî.
Zubeyde Zumrut wiha got: “Kurd û dostên Kurdan pêngava li dijî tecrîdê mezin kirin. Xwedîderketinek global hebû. Ji ber vê Tirkiye ket zorê. Gotinên Bahçelî jî encama vê tengezarbûnê bû. Bêguman dema pirsgirêkek hebe divê tu runî çarser bikî. Destê ku Bahçelî li meclîsê dirêj kir divê li hewa nemîne. Têkoşîna em dimeşînin jî ya aştî û demorkasiyê ye. Em têkoşîna ji bo ziman, çand û nasnameya xwe dimeşînin. Divê hûn di gotinan de samîmî bin. Divê operasyon û qirkirinên bêdeng bên rawestandin.”
‘Dewlet dizane Birêz Ocalan wê pirsgirêkê çareser bike’
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku teşeyê avakirina zemîna aştiyê ne ev e û wiha got: “Divê li pişta daxuyaniyê xwe bin. Niha desthilatdarî û hevkarê wê bê îstîkrarin. Li meclîsê bang li Birêz Ocalan dikin. Dibêjin PKK’ê tasfiye bikin. Ev gel destur nade tasfiyeyan. 50 sale bedel tê dayîn. Ev ne rêbaze. Ew jî baş dizanin. Niha dewlet naxwaze pigsirêka Kurd çareser bike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl dikin. Dizanin çaeserî bi Birêz Ocalan pêkane.”
‘Bila şert bên avakirin’
Zubeyde Zumrut peyama ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye bibîr xist û got: “Tecrîd bi zanebûn tê meşandin. Dewlet ket tengezariyê. Ji ber vê rojevek nû ava kir. Ev pêvajoya çareseriyê bû. Lê rêveberikrina pêvajoya çareseriyê ne ev e. Hevdîtina malbatê ya parêzeran mafê herî sereke ye. Birêz Ocalan di hevdîtinê got tecrîd didome. Li aliyê din jî dibêjin çareserî. Divê şert û mercên çareseriyê bên avakirin. Tecrîd ranebe pirsgirêka Rojhilata Navîn nayê çareserkirin. Divê zemîn bê avakirin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Deriyên Îmraliyê bên vekirin wê zemîn ava bibe. Li vir jî yekane rojeva me tecrîd û azadiye. Em dixwazin di zemîna demokratîk de pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”
Di 11’ê Çilê de wê daxwaza azadiyê bê qîrîn
Zubeyde Zumrut bi lêv kir ku ji bo Kurdan stratejî bixwe pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalane û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de plan û bernameyên me hene. Di her çalakî û bernameyê de wê tecrîd hebe û hebû. Meha Kanûn-Çile meha ku komkujiyan bi me didin bibîrxistinê. Li pêşme salvegera komkujiya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan heye. Em ê di 11’ê Çile de li Parîsê bin û peyamê bidin cîhanê.”
26 ciwan 26 rojan wê li dijî tecrîda 26 salan bimeşin
Zubeyde Zumrut balkişand ser bernameya 15’ê Sibatê û got: “Gelek çalakî û bernameyên me hene. Em ê dehezaran kesî bibin Strazburgê. Wê ji sê baskî meş pêk bên. Îsal wê 26 rojan 26 kes bimeşin. Em ê 11’ê çile de bi girseyî tevli çalakiya li Parîsê bibin.”