Evîn Siwêd: Em ji bo çareseriyê destên xwe dirêj dikin
- 09:05 19 Kanûn 2024
- Rojane
Oznûr Deger
WAN - Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd beyanameya çareseriyê ya 10 xalî ku ji bo avakirina Sûriyeya nû hatiye weşandin vegot: “Rêveberiya Xweser ji xwe bawer e û ji ber vê destê diyalogê dirêjî her kesî dike. Ji bo kaos bidawî bibe û avakirina Sûriyeyek nû a demokratîk em hewl didin.”
Li Sûriyeyê Rejîma BAAS a 61 salî ket û piştî vê hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji nû ve hatin axaftin. Êrîşên çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li hember Sûriyeyê jî didomin. Çeteyên ku Şehba, Minbic û Kobanê hedef digirin, êrîşî qadên sivî dikin. Gel li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî di 16’ê Kanûnê de ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk a nû beyanameya 10 xalî ya ji bo diyalogê weşand û banga çareserî û diyalogê kir.
Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd pêvajoya dawî û beyanameya ji 10 xalan pêk tê ji ajansa me re nirxand.
‘Esad ket lê ji vir şûnde wê çi bibe?’
Evîn Siwêd anî ziman ji şoreşa Rojava heta niha li Sûriyeyê gelek tişt guherîne û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya Sûryeyê şoreşger, şervanan hewldan û kedek mezin dane. Evîn Siwêd wiha got: “Tevî hemû êrîşan tabloya derketiye bi têkoşîşa gelan pêk hatiye. Di nava çend rojan de hêzên Sûriyeyê hêzên cîhanê carekê din winda bûn. Rejîma Baas jî têk çû. Em hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan bûn bi rejîmê re têkiliya me tune bû. Lê li seranserê Sûriyeyê ketina Baas bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Gelan dixwestin rejîm têk biçe. Lê ji vir şûnde girîng e. Niha valahiyek mezin heye. Ji Şamê bigirin heta her derê fikarek mezin heye. Wê gelên Sûriyeyê çawa bijîn?Dewlemendiya Sûriyeyê wê çawa bê parastin. Gel bi fikar e. Hinek pratîkên neyînî pêk tên. Ev jî tirs û fikarê diafirîne.”
100 hezar mirovî koç kir
Evîn Siwêd wiha got: “Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berovajî ya Sûriyeyê ye. Gel bi salane xwe diparêze û rêxistin dikin. Rêveberiya Xweser xizmetên baş dike. Ji bo pêşerojê projeyên siyasî hene. Ev bi gavên bawer hatin avêtin. Ji 19’ê Tîrmeha 2012’an heta niha êrîşên Tirkiyeyê didomin. Carnan bi çeteyan carnan bi ambargoyan carnan jî bi êrîşên fermî êrîş dkin. Bêguman Tirkiye ji valahiyan fêde girt û çeteyên xwe li herêma Şehbayê bicih kir. Komkujiya di 2018’an de li Efrînê kirin xwestin ji nûve bikin. meclisên Şehba û Efrînê bi lez biryar girtin û gel birin cihên ewle. Nêzî 100 heza rmirov li REqa û Tebaqyê hatin bicihkirin.”
‘Em dikarin bi Tirkiyeyê re pirsgirêkan çareser bikin’
Evîn Siwêd wiha dirêjî dayê: “Herî dawî êrîşî Minbiçê kirin. Ji aliyê Tirkiye û çeteyên girêdayê wê ve hedef tê girtin. Ji bo agirbest pêk bê bi pêşengiya DYA’yê hevdîtin tên kirin. Lê encam tune ye. Li hember Kobanê êrîşên cidî hene. Gelê Kobanê xwe diparêze û tedbîran digire. Her kes dizane ku Kobanê di dilê Tirkiyeyê de maye. Tirkiye ji bo aştiyê û çareseriyê samîmî be, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vê amade ye. Em dikarin bi Tirkiyeyê re bên gel hev û pirsgirêkan çareser bikin. Niha her kes di bin tehdîda Tirkiyeyê de ye. Êrîşên Tirkiyeyê didomin. Sivîl hedef tên girtin.”
‘Çapemeniyek Ereb ya dixwaze pergalê xera bike heye’
Evîn Siwêd di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û li ser piya mayîn, sekn û berxwedana gelê bi rumet ya her çar parçeyê Kurdistanê ye. Sedema hebûna Rêveberiya Xweser, sekna bi rumet a gelê Kurd e. Çavkaniya moralê me ev e. Her kes xwe parçeyek şoreşê dibîne. Lê hinek aliyên dixwazin kaosê biafrînin hene. Mînak çapemeniya Ereb li şûna rêveberiya xweser, ‘Rêveberiya Kurd’ bi kar tîne. Lê ev ne rast e. Di rêveberiyê de tenê Kurd tune ne. Ereb, Suryanî, Asurî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez hene.”
‘Bi beyanameyê me daxwaza Sûriyeyek çawa tê xwestin vegot’
Evin Siwêd bal kişand ser beyanameya çareseriyê ya ji 10 xalî pêk tê û di 16’ê kanûnêde hatiye aşkerakirin û wiha vegot: “Li Sûriyeyê Rêveberiya Xweser xwediyê projeyek jiyanê ye. Ev proje ji aliyê gelê herêmê ve hatiye avakirin. Ev proje ya hemû gelan, bawerî, jin û ciwanan e.Rêveberiya Xweser ji bo jiyanek baştir hewl dide. Em hedef dikin ku bi demokrasî, wekhevî û aştiyê bibin mînak. Ji ber rêveberiya xweser bixwe bawer e me destê diyalogê dirêj kir, me banga diyalogê kir. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê me destê xwe dirêj kir. Ji bo bidawîbûna kaosê û avabûna demokratîk a Sûriyeyê me destê aştiyê dirêj kir. Me xwest em bi vê beyanameyê daxwaza xwe ya Sûriyeyek demokratîk bînin ziman. Divê em vê projeya jiyanê jî bikin malê hevpar yên mirovahiyê. Ji bo vê bedelên giran hatin jiyîn. Divê ev projeya bi bedelên mezin hatine avakirin, mayîn de bibe.”