Kongra Star:Bi êrîşê heqîqet hedef hatiye girtin

  • 18:27 20 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji hêla dewleta Tirk binpêkirina çapemeniya azad û mafên mirovan e.
 
Koordînasyona Kogra Star a Lubnanê êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevan û nûçegihana ANHAˋyê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şermezar kir.
 
Koordînasyonê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku  hedefgirtina bênavber a rojnamevanan hedefgirtina dengê heqîqetê û hedefgirtina kesên sûcên wan aşkera dikin.
 
‘Divê berpirs bên cezakirin’
 
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got ev karekî tirsonak e, her wiha binpêkirina aşkera ya çapemeniya azad û mafên mirovan e û wiha bang li NYˋyê û cîhanê kir: “Tavilê destwerdanê bikin û tedbîrên guncaw ên parastina rojnamevanan û garatniya aştiya wan di dema pêkanîna xebatên xwe de bigirin. Divê lêpirsîneke navneweteyî ya serbixe der barê vî sûcê hovane de bê kirin û sûcdar werin cezakirin.”