‘Em 14'ê Kanûnê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin’
- 10:35 14 Kanûn 2024
- Ramyarî
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiye bi boneya 9'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya 14’ê Kanûnê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin ku ew ê komkujiyên wê demê hatin kirin ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya salvegera 9’emîn a êrîşên qirkirinê, li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist. Ev êrîş di dema ku “qedexeya derketina derve” li bajarên Kurdistanê hatî ragihandin de, pêk hatibûn. Di civînê de wêneyên qurbaniyan, hatin hildan.
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku tiştên qewimîne, bi kurtî pirsgirêka Kurd vedibêjin.
Newroz Uysal Aslan anî ziman ku êrîş di çarçoveya “Plana Hilweşandinê” ya ku li Desteya Ewlehiyê ya Millî biryara wê hatibû dayîn de, hatin pêkanîn. Newroz Uysal Aslan ragihand ku li 11 bajaran û 49 navçeyan, herî kêm 289 caran “qedexeya derketina derve” hate îlankirin û got, “Di van qedexeyan de, bi sedan welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan.”
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û got, “Bajarên Kurdan hatin dorpêçkirin û li van bajaran, li dijî jinan polîtîkayên nîjadperest-zayendperest û mezhebparêz, hatin pêkanîn.”
Newroz Uysal Aslan Taybet Înan a ku li navçeya Silopiya hate qetilkirin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hate hiştin, bi bîr anî.
Newroz Uysal Aslan ragihand ku tenê li Silopiyayê herî kêm 29 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Aslan Cemîleya 13 salî ya ku li Cizîrê cenazeyê wê di dolaba qeşayê de hate veşartin û Haci Lokman Bîrlîk ê ku 3’yê Cotmeha 2015’an hate qetilkirin û piştre cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep ve hate xirikandin.
Newroz Uysal Aslan îşaret bi raporên NY’ê kir û got, “Di dema operasyonên ku 18 meh in dewam dikin de, nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Ev rewşa hov, di dîrokê de weke şermekê cihê xwe girtiye.
Di tevahiya salên 2015 û 2016’an de desthilatdariya AKP’ê polîtîkayên xwe yên qirkirinê, li Efrînê da dewamkirin. Ji bo ku em derfeta dîrokî ya li pêşiya xwe veguherînin tifaqeke dîrokî, divê rû bi rûyê van bimînin, berpirsyar hesab bidin û edalet pêk were. Ji bo ku aştiya civakî pêk were jî, ev yek zemînekê heqîqetê yê girîng e.”