Tulay Hatîmogûllari: Piştgiriya ji bo desturek bingehîn a demokratîk girînge

  • 17:39 12 Kanûn 2024
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya piştî serdana Partiya Saadetê de axivî û got divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin û destûreke bingehîn a demokratîk girîng e.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl de çûn serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan. 
 
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û şandeya pê re hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan daxuyanî dan.  
 
Ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û spasiya Partiya Saadetê kir. Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Di serdanê de me geşedanên li Tirkiye û herêmê, mercên siyasî û îktîsadî, geşedanên li Sûriyeyê nirxandin. Helbet em li ser nîqaşên birêz Devlet Bahçelî piştî 1’ê Cotmehê dane destpêkirin axivîn.
 
Berpirsyariyên me hene
 
Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, me bi partiyan û rêxistinên pîşeyî û kedê re hevdîtin kirin. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye. Dema em li geşedanên Sûriyeyê dinêrin, dibînin ka di vê qonaxê de aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê çiqasî girîng e. Ji bo ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, divê her kesên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî û derdorên civakî destê xwe deynin bin kevir. Di vê serdemê de erk û berpirsyariyên me hene. 
 
Divê qeyûm werin rakirin
 
Dema em qala aştiya navxweyî û çareseriya pirsgirêka kurd dikin; li rexekî di nava civakê de weke ku guftûgo dest pê kiribin tê fêmkirin. Lê di heman demê de em bi tayînkirina qeyûman re rû bi rû ne. Mijara qeyûman, yek ji mijarên sereke ya hevdîtina me ya îro jî bû. Partiya Saadetê jî di nav de 10 partiyên muxalefetê karekî pir girîng îmze kirin. Ji bo rakirina qanûna qeyûman ku berhema OHAL’ê ye, bi hev re tevgeriyan. Em careke din bang li Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş dikin ku guh bide dengê 10 partiyan û vê qanûnê ji holê rake. 
 
Geşedanên li Sûriyeyê 
 
Yek ji mijarên din a em li ser axivîn jî geşedanên li Sûriyeyê ne. Belê niha li Sûriyeyê hikûmet tune ye û aloziyeke pir mezin heye. Em dibin şahid ku pêvajoyeke bixwîn dest pê kiriye. Em li du noqteyan şahidiya vê dikin. Yek ji wan, komkujiyên li dijî gel û baweriyan e. Bi taybet jî li dijî civaka Elewî rêzeqetlîam hatine destpêkirin.  Di heman demê de li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene. Em dixwazin ev tevek tavilê bi dawî bibin. Divê di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de hemû gel û baweriyên li wir tê de cih bigirin û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Ji bo vê em bang dikin.  Kurd ji bo herêmê ne gefa ewlehiyê ne. Berevajî vê, misogeriya ewlehiyê ne. Dema Tirkiye jî siyaseta xwe diyar dike divê li gorî vê xetê tevbigere. 
 
Bêguman di hevdîtinê de krîza îktîsadî jî hate axaftin. Di vê mijarê de çendek nirxandinên me çêbûn. Mixabin bûdçeya îro ne bûdçeya xizanan lê ya dewlemendan e. Em bang dikin ku di serdemeke 50 milyon welatiyê me di bin sînorê birçîbûnê de dijîn de kêmtirîn mûçeyê baş bikin. Divê bûdçe li gorî xizanan were amadekirin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Arikan jî ji ber serdanê spasiya şandeya DEM Partiyê kir.