Piştî 9 salan: Di nav wêraniyê de berxwedan û hêviyek bêdawî

  • 10:51 14 Kanûn 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
ŞIRNEX - Qedexe û komkujiyên ku di sala 2015'an de bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr û Silopiyayê dest pê kir, li hemberî komkujiyan veguherî destana berxwedana gelê Kurd. Malbatên ku di nava wêraniyê de têkoşîna jiyanê didin, êşa xizmên xwe yên winda ji bîr nakin û dest ji lêgerîna aştî û edaletê jî bernadin.
 
Cizîr di berxwedana xwerêveberiyê ya ku di sala 2015'an de dest pê kir û dorpêça bi mehan dewam kir de, ne tenê pevçûn, di heman demê de bû destana berxwedanê ya li dijî komkujiyan. Li taxên ku ji aliyê dewletê ve bi tank, sekvan û çekên giran hatine dorpêçkirin, têkoşîna hebûnê ya gelan weke rûpeleke dîrokê ya ku rûmet û êş di nav hev de ne, di bîranînan de hat xemilandin. Sirûdên ku di bin siya bombeyan de deng veda, di nava malên wêrankirî de veguherî vegotina deng û hêviyên bêdawî yên gel.
 
Heya îro jî, gelek kes bi şopên travmaya ku di bin siya avahiyên hilweşandî û wêrankirî de hatine jiyan kirin, têkoşînê didomînin. Em bi malbatên ku xizmên xwe winda kirin re hatin cem hev û êrişên li Cizîr û Silopiyayê dîtin.
 
'Zarok û jin bi heman rengî qetil kirin'
 
 
Pêşî em hevjîna Mehmet Tekîn ê ku li taxa Nûr a Cizîrê li şaneşîna mala xwe bi guleya sekvaniyê hat qetilkirin, Devlet Tekîn ziyaret dikin. Dema ku bûyerên wê rojê vedibêje dengê wê tijî êş û hêrs e. Devlet Tekîn, anî ziman ku dema hevserê wê li balkonê bû gulebaran kirin û wiha dewam kir: “Bi şer û pevçûnên xwe ketin nava me. Li ber deriyên me rawestiyan, zarok û jin jî di nav de gel qetil kirin. Ez rabûm, hatim xwarê. Berî ku ez derkevim qatê jor, sekvan hevjînê min gulebaran kir û kuşt. Zarokên min jî ji tirsa, xwe li pişt deriyan veşartibûn. Ez gelek xemgîn bûm. Heta îro min ne ji bîr kiriye û ne jî dê ji bîr bikim. Em naxwazin bê ji bîr kirin. Diyar e kî çi kiriye, her tişt diyar e."
 
7 zarokên xwe mezin kir
 
Devlet Tekîn ê ku piştî qetilkirina hevserê xwe neçar ma ku bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî bike û got: "Min dest bi xwedîkirina zarokên xwe kir. Ez çûm komkirina fistiqan. Heta niha tu alîkarî ji min re nehatiye. Niha çi paşeroja min heye? Me serî li dadgehê da. Di dadgehê de hat qebûlkirin ku ew hatiye qetilkirin û hat gotin, 'Eger neçûba ber pencereyê'. Ez pir hêrs bûm. Min bi xwe 7 zarokên xwe xwedî kir. Min gelek têkoşîn da heya ku min wan mezin kir."
 
 
Dilê me tijî hêrs e
 
Dikandara taxa Cûdî Behiye Dalmiş a ku şahidiya berxwedana Cizîrê kir, wan rojên reş bi êşeke mezin bi bîr anî. Dema ku ew serpêhatiyên xwe vedibêje, hem xemgînî û hem jî hêrsa wê di gotinên wê de xuya dike: “Ji nişka ve tank li dora me kom bûn. Dema êrişan dest pê kir em ji vir reviyan. Dema em vegeriyan, her der wêran bû. Xanî hilweşiyan, mala me jî hilweşiya. Hemû camên mala min şikandin. Dema ku min dixwest ez biçim hundir, ez ketim xwarê û lingê min şikest. Ez çûm Şirnexê ez ji piyê xwe emeliyat bûm. Gelek kes şehîd ketin. Em pir xemgîn bûn, çawa em xemgîn nebin? Bi sedan zarok wêran bûn. Dilê me tevî dê û bavên wan bi hêrsê tije ye. Me her tim dipirsî; Me çi kir ku ev yek hat serê me?"
 
'Em ê heta mirinê ji bîr nekin'
 
 
Dayika Pakîze Nayir a ku di 5'ê Çileyê de li Silopiyayê bi Sêvê Demîr û Fatma Uyar re hatin qetilkirin Behiye Nayir bûyerên 9 sal berê qewimîn bi êşa dilê xwe vedibêje. Behiye Nayir, anî ziman ku giraniya wan rojan hê jî li ser milê wê ye û serpêhatiyên xwe bi van gotinan vedibêje: “9 sal derbas bûn, lê em hîn jî nikarin wê komkujî û wehşetê ji bîr bikin û heta mirinê em ê ji bîr nekin. Komkujiya ku 9 sal berê hat kirin, îro li Sûriyeyê diqewime. Çima dikin? Ji ber ku em kurd in. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Em doza xwe dişopînin. Me tu neheqî li kesî nekir. Zarokên me jî xwestin xwe û me biparêzin. Ew hovîtî û qetlîamê anîn serê me, gundê me. Gundê me wêran kirin. Berê di salên 90’î de gundên me şewitandin, piştre ketin bajarê me. Me got 'Demokrasî', vê carê dest bi xerakirina bajarên me kirin. Zarokên me di xendekan de dest bi parastina xwe kirin."
 
'Êş hîn nû ye'
 
 
Behiye Nayir êşa kûr a piştî agahiya qetilkirina keça xwe Pakîze Nayir girtiye wiha tinê ziman: “Ez mirina Pakîze ji televîzyonê hîn bûm. Şeva sersalê telefonî min kir û got 'Em sersalê pîroz dikin'. Di ser sersalê re pênc roj derbas bûn. Bi şev li min geriya û got 'Êdî şer nema, em li cem parlamenteran in.' Paşê em jî razan. Em li sahûrê rabûn û me televîzyon vekir. Min wêneyê wê dît, hat gotin, 'Ji Pakîze, Sêvê û Fatmayê tu xeber nîne'. Em fêrî şehîdên şevê bûn. Seve birîndar bû, Pakîze gazî ambulansê kir, gazî her kesî kir, lê destûr nedan ku alîkariyê bike. Çima çûn wir û herdu jî înfaz kirin? Em heqê xwe helal nakin. Em Kurdên ku alîgirê vê zilmê ne efû nakin. Dema min bihîst ku Pakîze mir, ez ji hişê xwe çûm, êş hîna teze ye. Tenê êşa min nîne, niha li Rojava zarok jî tên qetilkirin. Dema ez wan bi vî rengî dibînim ez pir xemgîn dibim. Ji ber jinên ku roja din hatin qetilkirin heta sibê xew neket. Çima bi Kurdan re diyalogê nakin? Em niha aştiyê dixwazin. Zarokên me mirin, em dibêjin bila yên din jî nemirin."