Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ewlehiya qanûnî divê
- 09:05 18 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinan diyar kirin ku pêvajoya nû hem li Rojhilata Navîn hem li Tirkiyeyê ji bo hawireke demokratîk bê avakirin gavek girîng e û got: “Divê em şert û mercên demokrasiyê ku Tirkiye ji pergaleke dijdemokratîk derkeve û derbasî demokrasiyeke parlamenter bibe, ava bikin.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de cih digirin, di 28'ê Kanûnê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina peyama 7 xalî a Abdullah Ocalan hat parvekirin û ji ser peyamê nîqaş rojevîbûna xwe didomîne. Li aliyê din polîtîkayên êrişê yên desthilatdariyê didomin. Berxwedana gel a li dijî êrişan jî didome. Geşedanên dawî di alî Rojhilata Navîn de xwedî taybetiyeke girîng e.
Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî û hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz der barê mijarê de axivîn.
Gonca Yangoz daxuyakirin ku Tirkiye bi salane bi xizaniyê re rû bi rû ye û xizaniyê dijhiqûqîbûn jî zêde kiriye. Gonca Yangoz bi lêv kir ku li Tirkiyeyê tu welatî xwe ewle hîs nakin û wiha dirêjî dayê: “Tu kes xwe ewle hîs nakin. Di perwerdehiyê de jî di tenduristiyê de jî. Karker, kedkar ewlehiya wan tuneye. Têkçûna civakî dest pê kiriye. Desthilatdarî ji bo berxwedana me ji destê me bigire hewl dide. Em pêvajoyên wisa baş dizanin. Di pêvajoyeke wida de çareserî wek destpêka rojên bi hêvî dikare bê qebûlkirin. Di her alî de pêvajoyek zehmet heye. Deshtilatdarî li aliyekî dibêje çareserî li aliyê din jî qeyûman tayîn dike û êrîşê Rojava dike.”
‘Polîtîkayên dualî tê meşandin’
Gonca Yangoz diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê tê meşandin xeta berxwedanê bilind dibe û got: “Em berxwedana xwe hem bi gel û hem jî bi hêzên demokrasiyê re bi hev re ava dikin. Ji ber ku ger sibe bibe qonaxeke aştiyeke bi hêvî û bi rûmet, ev ne tenê ya gelê Kurd an jî siyasetmedarên Kurd e. Pirsgirêka hemû hêzên demokratîk û hemû gelan e. Ji ber vê yekê em hewl didin ku piştgiriyê bidin vê baskê, pir baş bi rêxistin bikin û ji vir ve berxwedana rast mezin bikin. Ji aliyekî ve hikûmet ji bo desthilatdariya xwe biparêze polîtîkayên şer bi kar tîne. Li aliyê din jî dixwaze para xwe di projeya Rojhilata Navîn de bigire. Ji bo vê jî polîtîkayên dualî dimeşîne. Tu desthilatdariya vê hikûmetê li ser gel nîne. Li ser azadiya gelan, demokratîkbûyîna wan û gotina me ya hevpar ti axaftin tune. Em ê di vî warî de bi hilberandina polîtîkayên ku dê aramiya gelan misoger bike û gel bi hev re bi siyaset û çareseriyên ku li dijî van hemû polîtîkayan hildiberînin bi hev re bijîn.”
‘Divê gavên zelal û samîmî bên avêtin’
Gonca Yangoz wiha dawî lê anî: “Gava hatiye avêtin girîng e. Gavê tên avêtin bi samîmî bên avêtin wê çareserî pêkan be. Gavên tên avêtin divê samîmî û zelal bin. Tecrîd hîna didome. Li girtîgehan tecrîd heye. Li ser serokatiyê tecrîd gihiştiye astek dijwar. Pêvajoya muzakereyê heye lê tecrîd bi giştî ranebûye. Çûyîna heyetê encama têkoşînêde çêbûye. Em parçeyeke pêkhatina vê hevdîtinê ne.”
Destkeftiya gelê Kurd e
Ozgul Sakî jî di axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze li Sûriyeyê polîtîkayên binpêkirinê bike jiyanê û wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek tehdîd tê dîtin. Tayyîp Erdogan hewl de pêşî li wekhevî û azadiya gelan bigire û riyeke wisa dişopîne. AK pli Sûriyeyê bi çeteyên cîhadîst hebûna xwe didomîne û hebûna xwe ya li wir xeyal dike. Lê ev lîstik hemû xera bûn.”
‘Divê şert û mercên afirandina demokrasiyê bên amadekirin'
Ozgul Sakî di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêşketina pêvajoyê de rola jinan girîng e û daxuyakirin ku jin bi salane ji bo aştiyê têdikoşin. Ozgul Sakî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dema hikûmet di van şert û mercan de hewl dide qadeke nû veke, ne ji bo çareserkirina pirsgirêka ku afirandiye, ji bo sivikirina wê gavan diavêje. Ger em bi hemû beşên civakî re derbasî serdemeke nû bibin, divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a vê serdemê bi rêyên wekhev, azad û demokratîk gav bên avêtin. Divê garantiyên qanûnî bên avakirin. Berpirsiyarî û peywirên cidî ferz dike ku nîşan bide dema hawîrdorek aşitiyê hebe kedkarên jiyanê, bindest û jin dikarin bigihîjin çi rengî. Wateya serdema nû ew e ku hem aştiya Rojhilata Navîn û hem jî destpêkirina pêvajoya demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê di hawîrdoreke demokratîk de girîng e. Divê em ji bo afirandina şert û mercên derketina ji sîstema desthilatdariya antî-demokratîk û derbasbûna ber bi demokrasiya parlamenteriyê ve bikevin nava têkoşînê.”