Li Şaredariya Peyasê Perwerdehiya hunermendên ciwan

  • 13:50 19 Kanûn 2024
  • Çand û Huner
 
AMED -Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê li Atolyeya Hunerê ya ku di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşîne, qursên hunerî ku ji bo ciwanan vekir, rastî eleqeyek e mezin tê.
 
Ji bo bicihanîna hewcedariyên ciwanan ên perwerdehî, huner û werzîşê, qursên perwerdehiya drama, wêne, şano, tembûr, govendên gelerî û dengbêjiyê ku di serê meha Kanûn Pêşîn de li Atolyeya Hunerê dest pê kirin. Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariyê bi daxuyeniyekê bal kişand ser xebatên xwe û diyar kir ku qeyda qursan li Atolyeya Hunerê ya li Taxa Huzurevleriyê hatiye vekirin bêpere ye û xizmetê didin.