Jinan Cejna Êzî pîroz kirin
- 18:25 19 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Y.J.Ê.R Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir û aşkera kir ku ji ber rewşa li herêmê dê pîrozbahiyên îsal tenê rêûresm bin
Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) bi daxuyaniyekê cejna Êzî li civaka Êzîdî pîroz kir.Di daxuyaniyê de hat gotin cejna îsal hemwextî hilweşîna rejîma Baasê û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê, hatiye.
Y.J.Ê.R di daxuyaniyê de behda koçberiya bi darê zorê ya gelê Efrînê kir û diyar kir ku gelê Efrînê êşên mezin kişandin û dikişînin. Y.J.Ê.R Cejna Êzî pîroz kir û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ji ber rewşa heyî tenê rêûresm in.
Êzidiyên li tevahî cîhanê 3 rojan li pey hev rojiyê digirin (sêşem, çarşem û pêncşem) û dûre roja înê Cejna Êzî ye. Ev cejn dike 20ˋê Kanûnê.