Li dijî qetilkirina rojnamegeran bertek:Bila berpirs hesab bidin

  • 19:42 20 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê IFJ’ê Anthony Bellanger qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got: ‘’Tiştekî gelekî ecêb e ku rojnamevan bi awayekî qestî ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Em dixwazin kesên berpirs hesaba vê bidin."
 
Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku li 146 welatan bi 190 saziyan nûnertiya zêdetirî 600 hezar rojnamevanan dike, têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.
 
Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger got: ‘’Her du rojnamevanên hêja têkildarî rewşa bakurê Sûriyeyê kar dikirin. Dema li ser karê xwe ji aliyê balafirên bêmirov ve bi awayekî qestî hatine hedefgirtin ku ev yek tiştekî gelekî ecêb e. Em vê êrîşa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin ku dixwazin berpirsên vê yekê hesabê bidin.’’
 
Her wiha IFJ’ê bang li rayedar û otorîteya siyasî ya nû ya Sûriyeyê kir ku têkildarî qetilkirina her du rojnamevanan lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin û failên bûyerê peyda bikin û wan bidarizînin.
 
‘Divê rayedar demildest rayagiştî agahdar bikin’
 
Komeleya Rojnamegerên Hevdem jî der barê mijarê de li ser platforma X daxuyaniyek da û got: “Me agahiya rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn yên li Sûriyeyê encama êrîşa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest dane bi xemgînî hîn kir. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê rayedar demildest der barê mijarê de daxuyaniyê bidin û rayagiştî agahdar bikin.”