Malbatên rojnamegerên hatin qetilkirin li Deriyê Xabûr tên astengkirin

  • 20:33 6 Çile 2025
  • Rojane
 ŞIRNEX - Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan bigire tên astengkirin.
 
Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER’ê û DFG’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji Nisêbînê ber bi Başûrê Kurdistanê ve derketin rê.
 
Şande gihîşt Deriyê Xabûr ê Silopiyayê û li vir şande ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Silopiya ve bi hinceta “Xray” xerabe ye hat rawestandin. Beriya vê hinceta Xrayê were nîşandan şande nêzî du saetan li ber derî bi hinceta ku “sîstem çûye” hat sekinandin. Piştî ku şande derbasî beşa Xrayê bû vê carê jî bi hinceta ku Xray xerabe ye tê sekinandin.
 
Parlamenter Kamûran Tanhan ji ber vê hincetê bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî lê hê jî ji her du wezaretan ji bo derbasbûna şandeyê tu bersivek erênî nehatiye dayin.
 
Kamûran Tanhan têkildarî sekinandina şandeyê destnîşan kir ku ev biryara sekinandina şandeyê kêfî ye û wiha got: “Hurmeta li hemberî cenazeyan jî nemaye. Rêzgirtin ji miriyan re jî nemaye. Ev li tu deverek dinyayê nîn e. Di hemû şaristaniyan de xwedî wê pîrozahiyê ye ku mafê her kesî ye mirov û hezkiriyên xwe yê jiyana xwe ji dest dabe, li gorî ol û baweriya xwe veşêrin. Ev mafek ewqas xwezayî ye ku hewce nake ku bi rêya qanûnan sererastkirina wergirtina cenazeyan bê kirin. Ji ber vê xwezayîbûnê em jî dixwazin cenazeyan werbigirin. Em ji bo her du cenazeyan peywîra mirovî ya dawî pêk tînin. Em dixwazin astengî neyên derxistin û em cenazeyan werbigirin bînin li bajarên wan veşêrin.”
 
Şande hê jî li Deriyê Xabûr ê Silopiya tê rawestandin.