Li dijî êrişan li Îdirê meş hat lidarxistin

  • 14:15 18 Çile 2025
  • Rojane
 
ÎDIR - Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.
 
Li Îdirê li dijî êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) a girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî hat lidarxistin. Girseya gel li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hev civiya û piştre ber bi Abîdeya Aştiyê ya Mûsa Anter ve meşiya. Di meşa girseyî de dirûşmên mîna "Bijî Berxwedana Rojava" û "Ji şer re na, aştî aniha" hatin berzkirin.
 
Piştî meşê Parlamenterê Îdirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hun axivî û diyar kir ku li aliyek hevdîtin li Îmraliyê çêdibin û li aliyê din polîtîkayên şer berdewam dikin û got: "Rojava cihekî ku bi têkoşîna hevpar a gelê kurd û dostên wan hatiye avakirin e. Dema Rojava rastî êrişan tê û mirov tên qetilkirin ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bikin. Divê Tirkiye tavilê statuya Rojavayê nas bike."
 
Parlamenterê Agirî Heval Bozdag jî wisa got: "Gelên li Rojava li ber xwe didin. Gel ji bo jiyaneke hevpar li ber xwe didin. Mafê kesî nîne ku li hemberî vê yekê îtiraz bike û dagir bike. Hûn nikarin ti gel bê nasname bihêlin. Hûn nikarin êrişî sivîlan û xebatkarên çapemeniyê bikin. Qetilkirina xebatkarên çapemeniyê yên dixwazin rastiyan ragihînin, tê çi wateyê? Em dixwazin ev êriş tavilê bisekinin û atmosfereke aştiyê bê avakirin."