Êrişên li hemberî Tişrînê li Mêrdînê hat şermezarkirin

  • 16:57 18 Çile 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di daxuyaniya li dijî êrişên li ser Bendava Tişrînê de axivî û got: “Em careke din dengê xwe ji Mêrdînê heta Tişrînê bilind dikin Bendava Tişrînê neketiye û qet nakeve. Rojava û Bendava Tişrîn dilê me ye." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Mêrdînê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li Parka Karayolları hat lidarxistin bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin" hat vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin. 
 
'Bendava Tişrîn dilê me ye'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên hewayî yên li ser bendava Tişrînê û got: “Armanca kesên ku Tişrîn bombebaran kirin çi ne? Bendava Tişrînê zêdeyî 40 rojî neketiye û qet nakeve. Çawa ku Çapemeniya Azad êrişên ku li Rojava dest pê kirine ji hemû cîhanê re ragihand, îro jî vê ji cîhanê re radigihîne. Em careke din ji Mêrdînê dengê xwe bilin dikin. Rojava û Bendava Tişrîn dilê me ye."
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.