Dozeke nû li Bêrîtan Canozer hat vekirin

  • 09:08 31 Çile 2025
  • Hiqûq
   
 
Şehriban Aslan
 
AMED - Di 2015'an de dadgehê biryar da ku cezayê rojnameger Bêrîtan Canozer ê salek û 3 mehan paşde bê kişandin. 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê diyar kir ku Bêrîtan Canozer dîsa sûc kiriye û doz lê vekir. 
 
Di sala 2015'an de rojnameger Bêrîtan Canozer dema ku nûçegîhana JINHA ya piştre bi KHK'ê hatibû girtin bû, parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal ên derbarê qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de wekî hincet hatin nîşandan û bi îddiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Bêrîtan Canozer ji vê dozê salek û 3 meh ceza girtibû. Di 2015'an de dadgehê biryar da ku cezayê rojnameger Bêrîtan Canozer ê salek û 3 mehan paşde bê kişandin.
 
4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku biryara HAGB'ê ya derbarê Bêrîtan Canozer de bê rakirin û ji nû de bê darizandin.  
 
Wê yekemîn rûniştina dozê di 18'ê Sibatê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.