Berkîn Elvan li ser gora xwe hate bibîranîn

  • 20:31 11 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL- Berkîn Elvan ê 14 salî ku di dema Berxwedana Gezîyê de bi guleya polîs hate qetilkirin, di 11’emîn salvegera qetilkirinê li ser gora xwe ya li Ferîkoyê hate bibîranîn.
 
Berkîn Elvan ê 14 salî, di dema Berxwedana Gezîyê de dema ku bi guleya polîs ji serê xwe birîndar bibû û piştî ku 269 rojan li nexweşxaneyê di komayê de ma, jiyana xwe ji dest dabû. 
Berkîn Elvan ê ku dema hatî qetilkirin 14 salî bû, li Goristana Ferîkoyê li ser gora xwe hate bibîranîn. Beriya bîranînê Goristana Ferîkoyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Malbata Berkîn Elvan, parêzer, Dayikên Şemiyê, Serokê Stenbolê yê CHP’ê Ozgur Çelik û heyeta li gel wî û gelek rêxistinên demokratîk û nûnerên partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn, bi meşa ku ji destpêka goristanê heya ser gora Berkîn Elvan dest pê kir. Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên ‘’Berkîn Elvan nemir e’’ hatin berzkirin. 
 
Em edaletê dixwazin
 
Di bîranînê de peyama parêzerê malbata Berkîn Elvan, Can Atalay ê tevî ku weke parlamenterê Hatayê hate hilbijartin jî bi awayekî derqanûnî tê rehîngirtin, hate xwendin. Metna daxuyaniyê ji aliyê xwîşka Berkîn Elvan, Gamze Elvan ve hate xwendin. 
 
Gamze Elvan diyar kir ku ew ji sala 2013’yan ve ye bi sebreke mezin têkoşîna xwe birê ve dibin û got: ‘’Tekane daxwazeke me heye; Serokkomarê got ku min ferman daye jî di nav de darizandina Midûriyte Polîsan a Stenbolê yê wê demê Huseyîn Çapkin, Waliyê Stenbolê yê wê demê Huseyîn Avnî Mûtlû, kujerê kurê min Fatîh Dalgali û hemû kesên têkildar e. Em daxwaza edaletê dikin. Ne tenê ji bo Berkîn Elvan, dema me ji bo hemû zarokan daxwaza edalêtê dikir jî ji aliyê vê pergalê ve bi deh hezaran zarok hatin qetilkirin