
Di 8 mehan de 21 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin
- 13:18 8 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor zanyariyên ajansa ROJNEWS'Ê, di nava heşt mehên destpêkê yên îsal de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî amarên ku ajansa ROJNEWS'Ê, ji nûçeyên li ser çapemeniyê derketine berhev kiriye, di nava heşt mehên destpêkê yên îsal de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di meha Çile de li Silêmanî, Pênciwên û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di meha Sibatê de li sinorê parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û jinek jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Di meha Adarê de li îdareya Soran, Akrê û Ranyayê jinek hatiye qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di meha Nîsanê de li bajaroka Bazyan, Mexmûr, Akrê, îdareya Soran û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jinên din jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di meha Gulanê de li Hewlêr, Dihok û navçeya Ranyayê 4 jin hatine qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di meha Hezîranê de li Hewlêr, Silêmanî, îdareya Zaxo û îdareya Soran jinek hatiye qetilkirin, jinek jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin. Jinek bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye. 4 mamostayên jin jî ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve rûbirûyê tûndiyê hatine.
Di meha Tîrmehê de jî li navçeya Ranyayê, Kelar, îdareya Soran û Dihokê 3 jin hatine qetilkirin, 3 jin birîndar bûne, jinek neçarî xwekuştinê hatiye kirin û jinek jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Di meha Tebaxê de li Silêmaniyê, navçeya Ranyayê, Hewlêr, bajaroka Dukan û îdareya Zaxo 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye li gor amarên li ber destê ajansa me, di sala borî (2024) de li Herêma Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatibûn kirin. Ji wana 7 jinan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dabûn.
Li aliyê din ji roja Mesrûr Barzanî wek serokê hikûmeta Herêmê hatî diyarkirin ve yanî ji 2019’an ve rê nayê dayîn amarên kuştin û tûndiya li ser jinan bên belavkirin. Ji ber hişmendiya paşverû ya civakê, parastina kujeran a ji aliyê desthilatê ve, nebûna serweriya yasayê, destwerdana di nava karên dadgehê de û nehiştina encambûna dozên kuştinên jinan, bûyerên qetilkirina jinan berdewamin.