ÎKP: Em ji dest ji mafên xwe bernadin

  • 19:07 13 Îlon 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, li dijî hedefgirtina mafan bi dirûşmeya ‘em dest ji mafên xwe bernadin’ daxuyanî da.
 
Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) bi dirûşmeya ‘em dest ji mafên xwe’ bernadin daxuyanî dan. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hat dayîn. Pankarta ‘Em xwedî li jiyana xwe derkevin, dest ji mafên xwe bernadin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘em mafên xwe yên mîrateyê diaprêzin’, ‘bedena jinan biryara jinan’ hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê Emîne Akbaba xwend.
 
Emîne Akbaba da zanîn ku êrîşên li hember mafên jinan ku bi têkoşînê hatine bidest xistin her diçin zêde dibin û diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên bêcezahiştinê mêran xurt dikin. Emîne Akbaba di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku diyanet ji berê heta niha bi xutbe û fetvayan dijminahiya li hember jinan gûr dike û got: “Ji ser bedena jinan êrîşê mafên mîteya jinan dikin. AKP û hevkarên wê maf bixwe re dibînin ku mudaxaleyên  cil û berg, welidînê ya jinan bikin. Em qanûnên dijminê jinê û xutbeyan nas nakin.”
 
Emîne Akbaba daxwazên jinan wiha rêz kir:
 
“*Li dijî tundiya li ser jinan bila qanûn bi bandor pêk bên,
 
*Bila dawî li êrîşên li hember mafên jinan yên nefeqe, destberdan û mîrateyê bînin,bila dawî li pêkanînên qedexekirina kurtaj û serzeryanê bînin!
 
*Bila ILO 190 pêk bê!”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.