
'Em ne bi dewletê bi serokatiya xwe bawer dikin'
- 09:02 16 Cotmeh 2025
- Rojane
Rabîa Onver - Rozerîn Gultekîn
AMED - Jinên Amedê balkişandin ser polîtîkayên şer û bandora li ser civakê û diyar kirin ku aştiyeke mayîn de bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
Pêvajoya ku bi banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de da destpêkirin bi geşedanên girîng didome. Ji bo pêvajo serkeftî be û veguhere aştiyê bendewarî û daxwazên civakê zêde dibin. Jinên ku herî zêde ji şer bandor dibin, ji bo aştiyê têkoşîna xwe mezin dikin.
Jinên Amedê balkişandin ser bandora polîtîkayên şer a li ser civakê û diyar kirin ku aştiyeke mayîn de bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Jinan diyar kirin ku bila ne rondikên dayikan, aştî bê axaftin û dewlet gavên samîmî bavêje. Jinan gotin: “Em li alî aştiyê ne, lê muxatabê aştiyê Ocalan e.”
‘Em dixwazin serokê me bê paytexta Kurdistanê Amedê’
Perîzane Ulaş da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê her tişt kiriye û wiha got: “Bila ev zext bidawî bin û aştî pêk bê. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Beriya her tiştî em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Divê bê nava gel. Bila deriyên girtîgehan vebibin. Bila dayik rondikan nebarînin. Me bedelên mezin an. Zextên mezin hatin kirin. Bila ev hemû bidawî bin. Bila serokê me bê paytexta Kurdistanê Amedê. Bila ziman û nasnameya me azad be.”
‘Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e’
Muzeyyen Sevîm jî destnîşan kir ku muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalane û wiha dirêjî dayê: “Divê Birêz Ocalan şertên azad de pêvajoyê bimeşîne. Ez wek keseke ku bandora şer jiyaye, pêvajoyê ji nêz ve dişopînim. Bi dirêjkirina destê Devlet Bahçelî, Abdullah Ocalan bersiv da û çek hatin şewitandin. Ji bo demokratîkbûnê divê sererastkirin bên kirin. Divê Birêz Ocalan bê berdan. Divê alî muzakereyê bikin. Komîsyon heye lê têr nake. Divê gav bên avêtin. Divê dewlet di gotinan de samîmî be. Gelê Kurd heye divê vê qebûl bikin. Muxtabê pêvajoyê Birêz Ocalan e.”
‘Em serokatiya xwe bawerin’
Dîlan Eroglu anî ziman ku ew bi Abdullah Ocalan bawer dikin û dixwazin azadiya wî pêk bê û wiha dirêjî dayê: “Ez aştiyê dixwazim. Bila kezeba dayikan neşewite. Bila girtî bên berdan. Em behsa pêvajoya aştiyê dikin divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Em dixazn ku serokatiya me azad be. Kurd li bendê rêberê xwe ne. Dewlet gavên xwe pir hêdî davêje. Em bi dewletê bawer nakin lê em bi sreokatiya xwe bawer dikin. Aştî hem ji bo Kurdan hem ji bo Tirkan baş e.”
‘Divê Abdullah Ocalan li meclîsê cih bigire’
Ayhan Gersiyon jî diyar kir ku ew li alî aştiyê ne û divê dewlet demildest gavên samîmî bavêje û wiha bi lêv kir: “Em bi serokatiya xwe, bixwe bawerin lê bi dewletê ne bawerin. Ji ber gavan navêje. Daxwaza me ev e ku dewlet gavan bavêje. Dema gav bên avêtin em ê pê bawer dikin. Em her tim destê aştiyê dirêj dikin. Em di riya rast de ne em ê bi serkevin.”
‘Mifteya aştiyê destê Abdullah Ocalan de ye’
Dîlan Şeveşoglu pêvajoya tê jiyîn ji bo gelan wek şans bi nav kir û got: “Ji bo vê şansî divê çi ji destê met ê em bikin. An jî wê ji bo hemû Rojhilata Navîn windahî be. Ji bo serkeftina pêvajoyê di serî de jin divê her kes hewl bide. Mifteya aştiyê destê Abdullah Ocalan de ye. Ji ber vê divê şertên ku Abdullah Ocalan têdeye bên guhertin.”