Navenda Ciwanan a Dîjîtal tê vekirin

  • 11:33 22 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Navenda Ciwanan a Dîjîtal a Amedê (DÎGEM) ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya "Projeya Pîşeyên Pêşerojê yên Ciwanên Îro" de bi fînansekirina Yekîtiya Ewropayê û piştgiriya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ve hatiye avakirin, di 23’yê Cotmehê de tê vekirin.
 
"Projeya Pîşeyên Pêşerojê yên Ciwanên Îro" ku bi butçeya 7 mîlyon û 900 hezar Euro ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye dayîn tê meşandin, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve hatiye destpêkirin. Armanca projeyê avakirina Navendên Ciwanan ên Dîjîtal li 45 parêzgeh û navçeyên Tirkiyeyê ye.
 
Bi projeyê re, armanc ew e ku ji bo pîşeyên pêşerojê kapasîteya dîjîtal were afirandin û hêza mirovî ya Tirkiyeyê li ser bingeha wekheviya jin û mêr were xurtkirin. Di vê çarçoveyê de, tê xwestin ku ciwan di warên wekî jîrahiya çêkirî, pisporiya nermalavê, bazarvaniya dîjîtal, sêwirana dîjîtal, bazirganiya elektronîk (e-tîcaret) û analîzkirina daneyan de jêhatîbûnê bi dest bixin.
 
DÎGEM dê derfetên nû pêşkêşî ciwanan bike
 
DÎGEMa Diyarbekirê ku di navenda Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, bi cihê xwe yê navendî û binesaziya xwe ya modern re dê di cîhana dîjîtal de derfetên nû pêşkêşî ciwanan bike. Di navendê de, li gorî mufredata ku di çarçoveya projeyê de hatiye amadekirin, perwerdeyên hîbrîd (rû bi rû û ser înternetê) dê bên dayîn. Ligel perwerdeyan, ji bo piştgiriya pêvajoyên îstîhdamê yên ciwanan, xizmetên mentorî û şêwirmendiyê jî dê bên pêşkêşkirin.
 
Dê di 23’yê cotmehê de vebe
 
Vekirina projeyê, ku dê ciwanan teşwîqî kariyera di qada dîjîtal de bike û dê alîkariyên girîng bide bajêr û herêmê, dê roja Pêncşemê, 23’yê Cotmehê de were lidarxistin.