
Li Hênê xebata hişyariyê ya ji bo penceşêra pêsîrê
- 16:01 23 Cotmeh 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Şaredariya Hênê, ji bo zêdekirina hişyariya teşxîsa zû di jinan de, di çarçoveya “Meha Hişyariyê ya Penceşêra Pêsîrê” de, li Taxa Labvînê xebateke perwerde û venêrînê li dar xist.
Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Midûriyeta Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi hevkariya Şaredariya Hênê di çarçoveya “Meha Hişyariyê ya Penceşêra Pêsîrê” de ji bo jinan xebateke hişyariyê pêk anîn.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, eleqeyeke zêde nîşanî bernameya li Taxa Labvîna Hênê hat lidarxistin, dan. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn, ku axaftina vekirinê ya xebatê kir, bal kişand ser girîngiya teşxîsa zû û tetkîkan di penceşêra pêsîrê de.
Kontrola memikan a jinan bi awayê praktîkî hat nîşandan
Di perwerdeyê de hat destnîşankirin ku girîng e her jineke ji 20 salî mezintir mehê carekê, piştî bidawîbûna menstruasyonê (heyza xwe) kontrola singê xwe bi xwe bike. Ji jinan re bi awayê pratîkî hat nîşandan ka ev kontrol çawa tê kirin. Her wiha hat gotin ku dema nîşanên wekî guhertin di pêkhatî an şiklê singê de, rijandin ji serê singê an jî vekêşana serê singê hebe divê serî li saziyên tenduristiyê bidin. Girîngiya kişandina mamografiyê bi rêkûpêk, ku rêbazeke bibandor di teşxîsa zû de ye, jî hat diyarkirin.
Jinên beşdarî çalakiyê bûn, pirsgirêkên xwe yên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de parve kirin û daxwaz kirin ku xebatên hişyariyê yên li ser mijarên wekî wekheviya zayendî, şîdeta li ser jinan û tenduristiya jinan, zêdetir werin kirin.
Xeta Alo Şîdetê
Di çalakiyê de ku mekanîzmayên têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan hatin danasîn, agahî li ser Xeta Alo Şîdetê ya 444 36 21 hatin dayîn ku 7 roj û 24 saetan ji bo jinên rastî şîdetê hatine an jî di bin xetera şîdetê de ne, piştgiriyê dide wan.
Piştî xebata perwerdeyê, tîmên tenduristiyê ji bo jinên ku xwestin, li cihê bûyerê kontrola singê kirin. Her wiha şekir, tansiyon, bejn û giraniya jinan jî hatin pîvandin.