Ji DEM Partiyê daxuyanî:Bila biryar bibe wesîleya yekitiya demokratîk
- 20:03 21 Mijdar 2025
- Ramyarî
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, gotin: "Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî."
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, têkildarî biryara komîsyonê û biryara CHP'ê daxuyaniyeke bi nivîskî dan.
Daxuyaniya Hevserokên Giştî bi vî rengî ye:
"Em biryara çûyîna Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku îro daye, wekî îfadeya herî berbiçav a pêşketina demokratîk û vîna aştiyê ya Tirkiyeyê dibînin.
Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî. Bingeha diyalogê ya ku wê li Îmraliyê bê avakirin û kanalên têkiliyê yên zelal ên ku wê bên pêşxistin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê firsendeke bêhempa pêşkêş dikin.
Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê wê deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê veke; wê cihê siyaseta tirsê, hêvî û baweriya jiyana bi hev re bigire. Ev hevdîtin wê zelalî û jidiliya pêvajoyê xurt bike û beşdarbûna her beşê civakê ya avakirina aştiyê zêde bike.
Baweriya me temam e ku hevdîtinên ku wê bi Birêz Ocalan re bên kirin, wê di pêşveçûna saxlem û ewledar a pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin. Em endamên Komîsyonê yên ku wê vê serdanê pêk bînin ji dil pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî yên ku di xebatên Komîsyonê de roleke avaker girtine ser mile xwe û Serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş, dikin.
Her wiha, ji ber avakirina Komîsyonê, pêkanîna xebatên wê di nav aramiyê de, dîtina daxwaza gelan a aştiyê û bi wêrekî anîna vîna çûyîna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqa EMEP û TÎP’ê yên ku berpirsyariya siyasî girtine ser xwe dikin.
Rola esasî ya siyasetê, parastina berjewendiya hevpar a welêt û gelan û çareserî hilberandin e. Ev biryara ku îro hatiye girtin, tam jî nîşaneya berpirsyariyeke wiha ye. Lê belê, divê em diyar bikin ku em nêzîkatiyên dûr ên hin derdorên siyasî yên ji vê gava dîrokî re bi xemgînî pêşwazî dikin. Di pêvajoyên aştiyê de, wêrekî û dûrbînî her tim heq dikin ku bên teqdîrkirin. Dudilî û dûrketin wijdana civakî birîndar dikin. Pêwîstiya siyaseta demokratîk, di pêvajoyeke wiha ya dîrokî de, li gel hev sekinîn û mil bi mil meşîn e di biryarên ku derbarê pêşeroja hevpar a gelan de tên girtin.
Bi vê aramancê, em careke din berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê her kesî ji bo xurtkirina vîna aştiyê, tînin bîra wan. Gavên wêrek ên ku em ê îro bavêjin, wê di nav hiqûqa biratiyê de pêşerojeke nû bi dest bixin. Em hêvî dikin ku ev serdan, bibe wesîleya pêşeroja hevpar a 86 milyon kesan, yekîtiya me ya demokratîk a azad, hevwelatîbûna wekhev û aştiyeke mayînde. Avakirina aştiyê erka me ya hevpar û berpirsyariya me ye. Her çend dîtinên me yên siyasî cuda bin jî, em bang li her kesê ku ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo pêşeroja me ya hevpar û avakirina aştiya mayînde gotineke wan heye, dikin ku di payîngeha hevpar a çareserî û aştiyê de bicivin."







